NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ku bavê wî Bedel Xwedêda jî yek ji qurbaniyên şerê Iraq û Îranê ye, ji ber bêdengiya Hikumeta Iraqê, di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Şehîd Merwan Bedel ji parastina Şengalê heya pêngava rizgarkirinê û avakirina Şengala xweser û azad di hemû qadan de şev û roj ji bo civaka xwe têkoşînê kir û bû yek ji canbexşê Êzîdxanê.
Di Iraqê de civaka Êzidî ku pêkhateyeke sereke ye û xwedî dîrokeke kevnar e, bi heman awayî ne tenê ji bo parastina warê xwe yê pîroz, di parastina Iraqê de jî xwe berpirsiyar ditiye. Çawa niha li Şengalê Asayîşa Êzidîxanê parastina pêkhateyên Şengalê dike, Êzidiyan di demên borî de jî li hemû bajar û ser sînorên Iraqê berdêl dane û cihê xwe di parastina serweriya Iraqê de jî girtine.
Bi taybetî di şerê Iraq û Îranê de Êzidiyan bi sedan şehîd di nava rêzên artêşa Iraqê de dane. Ji bo parastina axa xwe, Iraqê bi sedan Êzidî kirine qurbanî lê ji bo parastina Êzdiyan Iraqê tu tiştek nekiriye. Dema Êzidî rastî êrîş û gefan hatine, Iraqê pişta xwe daye wan û ew bi tenê hiştine. Ev rastiya dîrokî herî dawî di dema êrîşên DAIŞ’ê de car din xwe îspat kiriye.
Yek ji pêşengên parastina Şengala pîroz û yekbûna Iraqê jî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bû ku bi nasnav Dijwar Feqîr bû. Lê çawa ji ber bêdengî û hevkariya Iraqê ya ji dewleta Tirk re Merwan Bedel hate hedefgirtin û şehîd bû bi heman awayî bavê wî, Bedel Xwedêda jî di şerê Iraq û Îranê de ji bo parastina axa Iraqê jiyana xwe ji dest dabû.
Bavê Merwan Bedel jî di parastina Iraqê de şehîd dikeve
Malbata Merwan Bedel ku malbetek ji tebeqeya Feqîran a Êzidiyan e, herdem bê tereddud xwestine ji bo parastina axa xwe li ber xwe bidin. Wekî Merwan Bedel gelek caran digot; “Em ne şerxwaz in lê eger dijmin êrîşî me bike emê li ber xwe bidin.” Diyar e ev gotineke dîrokî ya malbata Merwan e. Ji ber dema şerê Iraq û Îranê destpê dike, Bedel Xwedêda ango bavê Merwan jî di nav artêşa Iraqê de li hemberî Îranê şer dike. Di sala 1988’an de Bedel Xwedêda di şerê li hemberî Îranê de şehîd dikeve. Merwan, tekane kurê malê bû û dayika wî Xoxê Cindî, Merwan û xwişka wî bi ked û fedekariyeke mezin bi tena serê xwe mezin dike, perwerde dike.
Tevî Dilşêr Herekol û Egîd Civiyan Şengalê parast
Dema Merwan mezin dibe, zilmên ku li Êzidiyan tê kirin ji nêz ve dibîne û li pey derfetekî digere ku karibe ji bo civaka xwe xizmetê bike. Loma bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê a li ser Şengalê re dest davêje çeka xwe û li ber çeteyan disekine. Bi dilekî germ pêşwaziyê li gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) dike dema bi hawara Êzidiyan ve tên û xwe digehînin Şengalê. Li kêleka fermandarên mezin Dilşêr Herekol û Egîd Civiyan li nava gelî û newalên Çiyayê Şengalê digere û Êzidiyên xwe spartine çiya diparêzin.
Di komên yekemîn ên YBŞ’ê de cih digire
Merwan Bedel, ne tenê wek şervanekî belkû wek fermandarekî ji destpêka tekoşînê ve tevdigeriya. Zanebûna wî di erdnigariya Şengalê de wisa kir ku Merwan herdem li kêleka fermandarên nemir Egîd Civiyan û Dilşêr Herekol be. Azmûna şer ku ji van fermandarên nemir digire her bi ciwanên derdora xwe re jî parve dike û beşdarî çalakiyên despêkê yên li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê dibe. Merwan Bedel yek ji wan kesan bû ku di koma yekemîn a Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de cihê xwe digire. Li gel Şehîd Seîd Hesen û Zerdeşt Şengalî bi hevkariya gerîlayên azadiyê yek ji wan kesan e ku di avakirina YBŞ’ê de cihê xwe digire. Di dîroka Ezîdiyan de cara yekemîn ji bo Êzdiyan hêzeke mayînde a parastinê ava dikin. Êzidî, bi vê hêzê re dibin xwedî hêz û îrade. Di nav vê berxwedana dîrokî de, êdî Merwan Bedel jî bi navê xwe yê leşkerî, bi navê Dijwar Feqîr tê naskirin.
Di pêngava rizgarkirina Şengalê de cihê xwe digire
Dema YBŞ’ê tê avakirin bi sedan ciwanên Êzidî li derdora xwe kom dike û wan perwerde dike. Di milekî de ciwanan perwerde dike û di milê din jî di çalakiyên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de cihê xwe digire. Dijwar Feqîr, piştî serdema parastina Şengalê, di pêngavên girîng ên rizgarkirina Şengalê de jî cihê xwe digire. Bi taybetî, di operasyonên rizgarkirina herêmên bakûrê Çiyayê Şengalê, operasyona Çiyayê Kolik, navenda Şengalê û gundên Başûr û Rojavayê Şengalê de dibe yek ji kesên ku wek fermandarekî pêşengtiyê ji van şeran re dike. Bi mezinbûna YBŞ’ê re, di sala 2014’an de di civîneke berfireh a li gundê Kersê yê Şengalê tê lidarxistin de, Dijwar Feqîr li gel Şehîd Berxwedan Tolhildan wek fermandarên YBŞ’ê tên destnîşankirin.
Piştî rizgarkirina Şengalê dest avakirina Rêveberiya Xweser
Piştî rizgarkirina Şengalê, di avakirina saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de jî bi rolekî sereke radibe û bênavber kar dike. Piştî ku gerîlayên azadiyê di sala 2018’an de ji Şengalê vedikişin, barê li ser milê wî hîn zêde dibe û dibe yek ji endamên Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê. Piştî şehîdbûna Fermandar Zerdeşt Şengalî di 15’ê Çileya 2020’an de, ew di şûna Şehîd Zerdeşt de dibe Berpirsê Karên Diplomasî yê YBŞ’ê. Bi Iraqê re danûstandinan dike ji bo ew wek Êzidî bi sazî, dezgeh û hêzên xwe yên leşkerî ve di Iraqê de bên fermînkirin. Di hemû pirsgirêkên ku di nav Rêveberiya Xweser a Şengalê û Iraqê de derdiketin de, di çareserkirina pirsgirêkan de bi roleke sereke radibû.
Ji fermandariya gel ber bi pêşengiya civakî ve
Ji bo saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê berfireh bibin, bi malbata xwe re her di nava liv û tevgerê de bû. Êdî dem hatibû ku statuya Şengalê were mîsogerkirin ango Şengala xweser û azad were avakirin. Êdî ew jî xwedî wê azmûn û baweriyê bû ku di her qadê de pêşengiya civaka xwe bike û têkoşîna mîsogerkirina Şengala xweser û azad bibe serî. Ji ber van sedeman, di 4’emîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de (23-24’ê Tîrmeha 2021) bi piraniya dengên civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê dibe Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê.
Hemû malbata wî ji bo Şengala xweser û azad kar kir
Merwan Bedel, piştî bi vê erka dîrokî ya civakî radibe, ji bo Rêveberiya Xweser di Iraqê û qada navneteweyî de bê naskirin gelek xebat dimeşîne. Merwan Bedel ku ji fermana 2014’an ve wekî şervan û fermandarê civaka Êzidî dihate naskirin û hezkirin êdî wekî pêşengekî civakî jî hêz û bawerî dida civaka xwe. Ne tenê ew, hemû malbata wî ji bo Şengaleke xweser û azad şev û roj kar dikin, Dayika wî Xoxê Cindî ku bi ked û fedekariyeke bêhempa zarokên xwe mezin kiribû, wek dayikek pêşeng a Êzidî dibe Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ).
Bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk hate şehîdxistin
Ev kar û xebatên bê navber ê ji bo azadiya civaka Êzidî dibe kulek û dikeve nava dilê dijminê civaka Êzidî. Loma dewleta Tirk a dagirker bi rêya hevkarê xwe Dezgeha Parastinê ya PDK’ê, bi MÎT’ê re li pey Merwan Bedel digerin. Merwan bi îxaneteke mezin û êrîşeke bêbext di 7’ê Kanûna 2021’an de li bajaroka Xanesorê ê Şengalê ku roja yekemîn a Rojiya Êzidiyan bû û wê rojê Merwan bi xwe jî bi rojî bû tê hedefgirtin û şehîd dikeve.
ÇAVKANÎ – ROJNEWS