AMED – Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo budçeyek jiyana mirovî, alîgirê ked û xelkê ye em mil didin milê hev” li dar dixe. Bi rojan bû li Amedê û bajarên derûdora Amedê amadekariyên mitîngê dihatin kirin. Tevî hewa sar û barîna baranê jî bi hezaran kedkar û karker herikîn qada mitîngê û kom dibin. Kedkar û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bajarên derdorê jî hatin û beşdar bûn. Kedkar kom bi kom li gel pankartên ku daxwazên xwe nivîsandine hatin qadê. Girse di sê milan de dikeve qadê.
JIN BI KORTEJEK CUDA HATIN QADÊ
Jinên sendîkayê kortejên cuda çêkirin û hatin qadê û bênavber dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin. Her wiha li qadê dengê dirûşmên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Ne budçeya Qesrê budçeya gel” olan didin.