MEXMÛR – Rojnamevan Rizgar Denîz (Rizgar Adanmiş) ku di 12’ê Cotmeha 2017’an de dema pêngava rizgarkirina Dêrazorê dişopand, di encama êrişa DAÎŞ’ê ya xwekujî de, tevî Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed bi giranî birîndar bû. Dilîşan li wir, Hogir di 15’ê Cotmehê de û Rizgar jî piştî berxwedana 70 rojan di 18’ê Kanûna heman salê tevlî karwanê şehîdan bûn.
Rizgar her sal li Mexmûrê ji aliyê rojnamevan û malbata wî li ser gora wî tê bibîranîn.
Îsal jî li Mexmûrê bi munasebeta 4’emîn salvegera şehadeta rojnamevan Rizgar Denîz bi tevlêbûna hevalê wî yên rojnamevan û malbata wî ve merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de dayika Denîz Firat Sûltan Yildiztan jî amade bû.