NAVENDA NÛÇEYAN –
CİWANÊN ŞOREŞGER KÎ NE
Di dîroka mirovahiyê de yekem hêza ku buye isyan li hember nijad perestî,dagirkerî qirkirin û asîmîlasyon dînamîka ciwantiyê ya bîngehîn bû. Ciwan hêza ku dikare bibe şoreş û gava hêviiyê bavêje, dikare azadiyê bi afrıne, heger di civakêde ciwan ne aktîf bin ev tê wateya ku civakê azadî û potensiyela xwe ji dest daye
KA EM VEGERİN DÎROKA CİWANAN
Sala 2012 an bu sala bi deh hezaran tevlêbûna ciwanan ya dinav refên leşkerî de. Bê guman pêşengtiya vê şoreşê ciwanan dikirin. Di avakirin û rêxistin kirina hêza parastinê de ciwanan roleke sereke lîst. Serî rakirina di derdora ciwanan de destpêkir, veguherî hêzeke mezin ya leşkerî. Tevgera Ciwanan di sala 2012 an de kongreya xwe pêkanî û xwe wek Komalên Ciwan ên Rojava yê Kurdistanê rêxistin kir. Perspektîfa li gor rewşa şoreşê û pêşdîtinên mezinbûna pêşerojê ve rêxistinbûna xwe mezin kirinê wê demê ji aliyê ŞEHÎD BARAN MAWA ve hate danîn.
Wê demê ji aliyê Şehîd Baran Mawa ve hate îfade kirin ku ciwan divê bi ruhê şoreşê jiyan bikin û tevbigerin. Tenê wek hêzeke serî rakirinê êdî têrker nahate dîtin. Ji ber ku bi pêkhatina şoreşa Rojava ve ewê êrîşên ku pêş bikevin re amadekarî pêwîst dikir, tevgera ciwanan di nava 9 mehan de Kongreya xwe çêkir û rêxistinbûna KCRK veguherî Tevgera Ciwanên Şoreşger.
Di sala 2012 an de heval Çekdar Amed bi destê hevkariya ENKS ê li Efrînê şehîd ket. Piştî şehadeta heval Çekdar Efrîn akademiyeke ciwanan bi navê wî hate vekirin.
Di sala 2012 an de bi pêşengtiya şehîd Çekdar Amed bi awayekî wêrek li ser Enks ê de çûn. Têkoşîna li hember Enks ê de piştî Şehadeta Ş. Çekdar Amed li Efrînê Enks hate asta tinebûnê û ji ber ku ciwan hêza guhartinê ya civakê ye. Guhartinên mezin ên dîrokî her tim di pêşengtiya ciwanan de pêk tên. Di Şoreşa Rojava de jî pêşengtî dîsa destê ciwanan de bû. Yên ku navê xwe di şoreşê de dinivisînin dîsa jî ciwanin. Pêşengtiya şoreşê her car ciwanin. Wek hêza sereke Ciwanan dîrok guhartiye û teslîmê gel kirî ye.
Di sala 2014 an de tevgera Ciwanên Şoreşger Kongreya xwe pêkanî. Tevgera Ciwanan bi navê Yekîtîya Ciwanên Rojava rêxistinbûna xwe berdewam kir. Ev rêxistinbûn bi armanca ku tevahiya pêkhateyên ciwan dinav xwe de bihewîne hate rêxistin kirin. Tevgera Ciwana jî di vê pêvajoya şer de cihê xwe bi awayek pêşeng girt. Di vê pevajoyê de gelek hevalên ku di xebatên ciwana de cihê xwe digirtin şehîd ketin. Di şerê Kobanê de şehîd jiyan Tolhildan, şehîd Rênas, Şehîd Firat Gever, Şehîd Firaz Mîlîtan şehîd ketin. Şehîd Dilşêr, Şehîd Mazlûm Fatimî, şehîd Leheng li herêma Cizîrê şehîd ketin. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Ciwanên Rojava di şer, hemle, rêxistinbûn, çalakî û perwerdeyan de ji vê pêvajoyê re pêşengtî kirin. Li ser navê gelek hevalên ku di vê pêvajoyê de şehîd ketin akademî û dewreyên perwerdê rêxsistin kirin. Di van pêvajoyên Şerê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî de tevgera ciwanên şoreşger bi ruhekî dinav têkoşînê de cihê xwe girt û Gelek hevalên leheng di van şeran de şehîd dan.