ŞEHBA – Wekî ku tê zanîn li ber deriyê Sêmalka ev nêzî du meh nîve ji bo girtina cenazeyên şehîdan çalakî hatine destpêkirin. Armanca van çalakiyan girtina cenazeyên şehîdên PKK û YJA Starê, yên ku ji aliyê PDK ve hatine şehîdxistin e. Li pêşiya çavê hemû dunyayê 74 roj in gelê Rojava tevahî ji bo xwedî derketina vî daxwaza mirovî tevî çalakiyan dibin.
Herî dawî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayê PKK û YJA Starê dest bi meşa dirêj kirin. Çeteyên ROJ û hêzên PDK’ê li ber deriyê Sêmalka bi mermiyan êrîşî ciwanan kırın.
Îro ciwanên Efrînê li kampa Berxwedan daxuyaniyek dan. Êrîşa li ber deriyê Sêmalka ji aliyê sedan ciwanên Erfînîve hat şermezar kirin û ciwanan dan diyarkirin ku Ciwanên Şoreşger nûnerê civakê ye.
Daxuyaniya ciwanan de siloganên “BijÎ Serok Apo” û “Bimre îxanet” hatin avêtin.