NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Jinan a Şakranê pêkanînên dijmirovahî yên li dijî girtiyan dewam dikin. Di nameya ku gihiştiye ajansa me de, polîtîkayên girtîgehê yên Komara Tirk a faşîst careke din derdikeve pêş.
Di nameya Kubra Fîlîz a li Girtîgeha Jinan a Şakranê rehîn girtiye de tê diyar kirin ku gardiyanan avêtine qawîşên wan û hemû eşyayên wan belav kirine û diyar kir ku ew ji qawîşên wan hatine derxistin û sirgûnî qawîşên din kirine.
Di nameya Kubra Fîlîz de wiha tê gotin:
“Di meha borî de opresayona ku şevê li hember me pêkhat de em ji koğuşên xwe hatın derxistin. Ez dikarin bêjim ku em di hundurê heman zindanê de hatin sirgûn kirin. Em du koğuş bûn û du jî koğuşên me yên karantinayê hebûn. Di opresyonên ku pêkanîn de ji me re hate gotin ku ji bo ku ew koğuşên me veqetînîn bilokên cuda, ji wan re telîmat hatiye. Me qebûl nekir, jiber ku xwestin me perçe bikin. Ji meregotin hênê teqez vala bikin. Me jî got ‘’ eger hûnê me ji vir derxînin jî divê me di heman koğuşê de bi cîh bikin.’’ Piştî mijûl kirinek dirêj qebûl kirin. Di esasê xwe de ji bo mudaxale kirinê xwe amade jî kiribûn. Polîsên robolop amade kiribûn. Zirx û cop bi wan re bûn. Bi dehan gardiyan hatibûn amade kirin. Me bi saetan cihê xwe bar kir. Tevahiya kel û pelên me destpêkê di cîhaza XR re derbas kirin. Piştre em birin koxûşa nû. Li gel me hevalên temen mezin û nexwei jî hebûn.Diviyabû me rewşa wan jî pêşçav bigirtiba.
Dema ku em derbaşê koxuşa xwe ya nû bûn saet bibû 03: 00. Saet ber bi destê sibehê lê hîn jî di koxûşê de cihakî mirov bikaribe gav biavêje nemabû. Ewqas zext çêkirin ku hema bêje kel û pelên me yên neşikiyan neman. Tembûra du hevalan hate şikandin û gelek kel û pêlên me jî hatin winda kirin. Me kirin ciheke wek govê. Bêhneke wek bêhbna miraran ji vir dihat. Ev koğûşa ku em nû çûnê liser navê paqijiyê tu tiştek lê nehatiye kirin. Boriyên çûyîna avê xitimîne û dûwar dinav nivîsînên dijûnê de ne. Hema Bêje em li ser serê hevdû diman û me wisa xew dikir. Ruxmî ku hevalên me yên ku di karantinayê de jî hebûn lê em di wê qerebalixê de ne mimkûn bû ku bi cîh bibin. Me 2, 3 hefteyan di van şert u mercan de jiyan kir. Hema bêje her roja me bi paqijiyê re derbas dibû. Hevalan ew nivîsên dijûnê yên liser dûwaran bi kilorê paqij kirin. Em di odeyên yek kesî de 3, 4 kes dimînin, di heman lehîvande dirazên. Di vê navberê de koğûşa li gel me dihate amade kirin. Li gor ku digotin ev nêzî salakiye tu kes lê nemane. Piştî ku karên fermî qediyan gurubek ji me beriyê de derbasî vir bûn û me dst bi paqijiyê kir. Ne qebûl kirina me ya vê koğûşa dsetpêkê jî tenê ne jiber paqijiyê bû. Ji ber jora cihê bênh sitandinê qefesbû û têde kamera hatibû bicîh kirin. Dema ku mirov difikire zehmetiyê liser sînorê aqlê însanan çêdike. Li hember mirovan çawa dikarin pêkanînên ewqas der mirovî nêz bibin.
Em derbasî koğuşa nû bûn. Di vê navberê de hevalên me yên di karantînayê de derbasê koğûşeke nû kirine. Ji ber ku dem kurtî bû, me zêde mudaxale nekir. Cihê ku ev heval jî lê dimînin boriyên çûyîna avê xitimîne û avê bi destan dikişînin û firaqên xwe bi mehane di cihê bêhn sitandinê de dişûn.”