STENBOL – Vedat Çem Erkmen ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî bû, doh êvarê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Otopsiya cenaze bêparêzer û malbatê hat kirin. Malbatê piştî karûbarên otopsiyê xwest cenaze bibe Komeleya Bazarcixê ya Dîgorê ku li navçeya Esenyûrta Stenbolê ye û ji wir merasîmekê li dar bixe û ji wir bibe li Qersê veşêre.
Polîsan dest danî ser cenaze û revandin. Nayê zanîn ku cenazeyê Erkmen birine ku derê. Hat zanîn ku birayê Erkmen, Saîm Erkmen jî di wesayîta cenaze de ye û ji ber polîsan dest daniye ser telefona wî girtî ye.