KOCAELİ – Mîlîsên Garîbe Gezer ên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku hêzên wan di 18’ê Kanûnê saet 01:00’an de li taxa Fevzî Çakmak a navçeya Darica ya Kocaeliyê wesayîta Mûstafa Yildiztekîn ê AKP’yî kirine armanc û di encamê de wesayît hatiye rûxandin.
Di daxuyania HBDH’ê de her wiha ev agahî hatin dayin:
“Mûstafa Yildiztekîn ku ji sala 2002’an û vir ve di nava AKP’ê de cih girtiye, bi bûyîna namzetiya AKP’ê û qeymeqamtiyê xizmeta faşîzmê kiriye. Ev ûnsûrê ku ji aliyê hêzên me yên milîs hatiye şopandin, bi rûxandina wesayîta wî, hatiye cezakirin.
Ev çalakiya me ji bo midur, rêveber û gardiyanên girtîgehên dewleta faşîst a AKP-MHP’ê ku derman nadin girtiyên nexweş ên li girtîgehan û tecrîd û êşkenceyê asayî dike, hişyariyek e. Mirinên li girtîgehan ne xwekuştin in, cînayetên ku di encama polîtîkayên faşîst de ne. Wê hesabê tu girtiyê şoreşger ji we re nemîne, teqez em ê hesaba wê bipirsin.
Bi vê çalakiyê em radigihînin ku girtiyên şoreşger ne bi tenê ne û em ê yek bi yek destên ku dirêjî wan bibin bişkînin. Di hedefa Milîsên HBDH’ê de midur, rêveber û gardiyanên girtîgehê hene. Di serî de Garîbe Gezer em ê hesabê hemû girtiyên şoreşger ên nemir bipirsin.”