SILÊMANÎ – Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û kiryarên PDK’ê nerazîbûn nîşandan û daxwaz ji parlementoya Herêm û Iraqê kirin li beramberî êriş û kiryaran bêdeng nemînin û helwest nîşandin.
Îro li Parka Azadî ya Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, her wiha kiryar û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re nerazîbûn nîşandan. Di çalakiyê de gelek ciwan amadebûn.
Li ser navê ciwanan daxuyaniyek ji aliyê Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz Zerdeşt Mihemed ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandina ser xemsariya li beramberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê û hat gotin, “Bi sedan sale dijmin hewil dide gelê Kurd qir bike. Êrişên vê dawiyê yên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kifrî û Mexmûrê û şehîdxistina welatiyan, nîşan dide ku pêşmerge û artêşa Iraqê di parastina welatiyan de xemsar nêz dibin.”
Di dewama daxuyaniyê de behsa êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê hat kirin û ev tişt hatin gotin, “Dewleta Tirk a dagirker dijminê xak û gelê Kurde. Bê navber êriş dike li ser çiyayên Zap, Metîna û Avaşîn. Bi hemû cûre çekên komkujiyê hewil dide wan deveran dagir bike. Lê qehremanî û îradeya xurt a gerîla kariye pêşî li dagirkeriyê bigre.”
Di beşek din a daxuyaniyê de behsa hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî hat kirin û hat gotin, “Em hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re wek xiyanet bi nav dikin. Niha jî PDK deriyê sinorî yê Sêmalka li ser Rojava girtiye. Em wek Ciwan Welatparêz daxwaz ji parlementoya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin li beramberî va kiryarên PDK’ê bêdeng nemînin û helwest nîşandin.”