NAVENDA NÛÇEYAN
Rêdûr DÎJLE nivîsand —
Çend roj berê “desthilata” Herêma Kurdistana Federe ragihand ku dê destana Dewrêşê Evdî ji mufredata perwerdehiyê derxîne.
Çend roj berê “desthilata” Herêma Kurdistana Federe ragihand ku dê destana Dewrêşê Evdî ji mufredata perwerdehiyê derxîne. Wekî hincet jî daye der ku hin aliyên îslamî ji ber hin gotinên destanê yên derheqê Misilmantiyê de “diêşin.” “Desthilata” herêmê jî yeqîniya xwe bi vê aniye ku ev destan ji bo “ewlehî”ya herêm û civakê dibe cihê “metirsiyê.”
Ji hinceta ku hatiye der jî kifş e ku “desthilatê” aliyek esas girtiye û xwestiye aliyê din jî ji binî de qir bike.
Lê gava mirov li qewimînên li herêmê binihêre, nexasim jî hesab û kitabên li ser Şingalê, baş bi ziber û ziêr bike, pirr eyan e ku ev hincetek pirr sûkî ye.
Jixwe bobelatên mezin bi hincetên wisa sûkî dest pê dikin. Ev hincetên sûkî, dibin sitûn ji bo hesab û kîtabên hîn mezintir ên rûxîner.
Û bobelatên mezin bi dû re didin dû hev du. Xwê tevli avê dikin û dibêjin: Yellah!
A ku niha tê kirin jî şorkirina ava heyateke pirrengî ye!
***
Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê, ji dastaneke evîniyê wêdetir destaneke ku sosyolojiya civaka Kurdî pirr baş pênase dike. Di heman demê de yek ji wan destanên neteweyî yên yekpareyiya civaka Kurdî ye.
Jixwe Dewrêş bi gotinên xwe yên ku ji Efêr re dibêje, yek ji aliyên herî mezin ên destanê dide der. Gava Efêr tê cem Dewrêş û jê re dibêje “şer meke, dev jê berde,” Dewrêş tişta ku hê jî ya dilê me hemûyan e li orta mejiyê wî dixe: “Ev ne erdê Tirk û Ereban e, ev erdê me Kurda ye!”
***
Ez li Çiyayê Şingalê
Li cem Dewrêşê Evdî bûma
Li ser pişta hespekî spîbozî
Min xwe berda Deşta Mûsilê
Dema Dewrêş derb xwar
Min ew rakira bibira çiyayên Kurdistanê
Min ji wî re bigota:
‘Binêre bi hezaran Edûlê û dozdekan hene.’
Min bigota:
‘Li van çiyayên xwedawendan lê textê xwe danîne
Xweş razê,
Mirin ji ku û çawa tê bila bê
Êdî xeman nexwe,
Kurdîtî û jiyana azad a mîsogerbûyî
Rastiyên ebedî ne.’*
*Helbesta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, wergera kurmancî: Rêşad Sorgul.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA