NAVENDA NÛÇEYAN – Kurdê bi rûmet û azdîxwaz Haydar Kurbanî yê ku ji sala 2016’an û vir ve di zindanên îrana Faşîst de girtî bû, 19’ê Kanûnê saet di 09:00 de li girtîgeha Sine hate darvekirin.
Kurbanî bi “Endametiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê (PDK-Î)” û “muxalefeta” li dewleta Îranê dihate sûcdarkirin.
Şehîd Heyder Qurbanî rûxmê ku gelek îşkenceyên dij mirovahî jî dît lê tu carê paşve gav neavêt û her tim li ruyê îşkencekar û qaşo dadgeran azadîxwaziya dilê xwe anî li ser ziman.
Dengê Heyder Qurbanî ê telefonê de herî dawî axiviye de jî diyar dibe ku tu îşkence û gefên darvekirinê li ser xeyal îradeya azadiyê nabe asteng. Bi biryarbûna hezar salan ya kurdê berxwedêr li ser Şehîd Heyder Qurbanî eşkere duxwiyê.
Şehîd Qûrbanî axaftina xwe ya telefonê de wiha dibêje:
Hezar canê min hebe ez dikim qurbana gelê Kurdistan a bi rûmet. İradeya min weke pola ye, nikarin tu bandoriyek li ser îradeya min bikin.
Bila min îdam bikin. Ji ber ku ez ji bona karen nebaş û birina malen xelkê û fesadiyê ez neketime zîndanê. Bi vê rêyê de çuyin serblindiye ji bo gele min û malbata min. Ez dizanim baweriya me yeke. Xweşik û bira û malbat û hemî mirovên min gere wekî min bifikirin. Devlet wisaye me îdam dike, em jî nikarin dilê dijmin xweş bikin bi xwe bê moral bikin.