FRANKFURT – Li bajarê Fransayê Rounenê, tîma FC Jiyan Kurdistan di maça dawî ya nîvê sezonê de mexlûb bû. Tîma Baretinoisê 3-2 zora FC Jiyan Kurdistan bir.
Nîvê diduyê yê vê sezonê wê 16´ê Çile dest pê bike û FC Jiyan Kurdistan wê bi tîma O. Darnetal re bilîze.
Serokê tîma FC Jiyan Kurdistanê, Akim Can dibêje, piştî ku tîm derketiye lîgên jor, elaqeya ji bo tîmê zêde bûye. Akim Can dibêje, heger neheqiyên bi rêya hakeman nebûna, “belkî” wan nîvê sezonê lîder bi dawî bikira.
Akim Can ji bo dewama sezonê dibêje, “Tenê sê karsaz destekê didin me. Divê ev destek zêde bibe. Ji bo vê em ê biçin cem karsazên Kurd. Heger em destekê wergirin, em ê du transferên ku destûra wan heye, bikin.” Wî got, ew dixwazin di tevahiya maçên nîvê diduyê yê sezonê de bi ser kevin û di lîga xwe de bibin şampiyon.
FC Ferad sêyemîn e
Li bajarê Swîsreyê Baselê FC Ferad di lîga 4´an koma diduyan de dilîze. Wê di 11 maçan de 24 puwan standin û di lîgê xwe sêyemîn e. Ji bo FC Ferad maçên nîvê diduyê yên sezonê wê Adarê dest pê bikin.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA