NAVENDA NÛÇEYAN – Artêş û dewleta Tirk a dagirker ku roj bi roj ji aliyê gerîlayên YJA-Star-HPG’ê ve têk diçe, tevî ku bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet hewl dide jin û ciwanan ji tevgera azadiyê dûr bixe jî bi ser nakeve.
Jinên ciwan û ciwan bi tevlîbûna nava refên azadiyê bersivê didin dagirkerî û faşîzmê.
Komek din a jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê bûn. Jinên ciwan bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe diyar kirin ku ji bo bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser 4 parçeyên Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ew ê tevlî nava refên PKK’ê bibin.
Jinên ciwan di daxuyaniya xwe de dan xuyakirin, ku yekane cihê ku ew ê li dijî zîhniyeta desthilatdar û êrîşên faşîzma li hemberî jinên ciwan têkoşînê bilind bikin, refên azadiyê ye û diyar kirin ku ew di çarçoveya pêngava “Werîn Cenga Azadî yê” de tevlî refên gerîla dibin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
Ji bo jinên ciwan yên Kurdistanê û raya giştî re
Em weke jinên ciwan yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de tecrîda girankirî ya ku li ser serokatiya me bi pêşketî, êrîşa li ser tevahî mirovahiyê dibînin. Dixwazin bi tecrîda girankirî re îdeolojiya azadiya jinê ya ku Serokatî bi pêşxistî asteng bikin. Lê belê ji ber ku nikarîbûn li hember îradeya serokatî û îdeolojiya ku serokatî bi pêşxistî bi ser bikevin. Ji bo wê berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û gelê kurd li her çar perçan dan ber qirkirinê. Lê dîsa jî li hember berxwedana gerîlayên YJA STAR’ê û berxwedana jinên berxwedêr yên ku bi felsefeya Rêber Apo her der kirine warê têkoşînê bi ser neketin û negihêşt armanca xwe ya ku dixwastin zihniyet û desthildariya xwe serwer bikin. Gerîlayên YJA STAR’ê di pêngava Bazên Zagros û Cenga Xabûr de dan diyar kirin ku dagirker li herêm û çiyayên kurdisatnê nikarin jiyan bikin û zihniyeta xwe ya zilamselarî bidin jiyan kirin. Xwastin ku van hemû şikandinên xwe bi êrîşên şerê taybet yên weke destdirêjî, fihuş, xapandina jinên ciwan, revandin, tacîz, tecawîz û winda kirina jinên ciwan re ser bigrin.
Dîsa li Başûrê Kurdistanê ji ber xiyaneta kurdên îxanetcî jiyana jinên ciwan hemû bû kapîtalîzm û şerê taybet ve hatiye girêdan. Lê li hember van êrîşan em weke jinên ciwan bi rola xwe ya pêşngtiyê rabin û ji bo bersivdayîna pêvajoyê em berê xwe didin çiyayên azad û em tevlî hemleya ”Werin Cenga Azadiyê” û “Dem dema azadiyê ye” dibin. Em ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên ku di Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê de şehîd bûne soza bilind kirina têkoşîna xwe didin, divê hemû jinên ciwan yên cîhanê û bi taybet jî jinên ciwan yê Kurdistanê xwe li hember serkeftina dîrokî ya mirovahiyê berpirsiyar bibînin û ber bi çiyayên azad ve bimeşin.
Em soza xwe ya serkeftinê di destpêkê de ji Serokatî, şehîdan, gelê Kurd û tevahî gelê cîhanê re, ji bo jinên ku bi zihniyeta bavikselarî hatiye kuştin nû dikin û em dibêjin “Dem dema azadiya jinê, gelê Kurd û tevahî mirovahiyê ye”
Bijî serok Apo
Bê serok jiyan nabe
Jin jiyan azadî
Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê
Bijî berxwedana gerîlayên YJA-Star