KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinê Ciwan bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, silavkirina berxwedana gerîla û li dijî xiyanetê di 13’ê Kanûnê de meşeke dirêj a 3 rojan li dar xistin.
Meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a ji Qamişlo di roja sêyemîn de gihîşt deriyê sînor ê Semêlka. Ciwan û jinên ciwan li deriyê sînor ku ji bo piştgiriyê bidin malbatên di kon de diçûn, rastî êrîşa hêzên îxanetkar ên girêdayî PDK’ê hatin.
Her wiha me bi ciwan û jinên ciwan ên ku li hemberî êrîşên PDK’ê xwe diparêzin re axivîn, li ser hevkariya ENKS û PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û pêşveçûna êrîşan re axivîn.
Nêrînên Ciwana wiha ye:
Hebûn Mihemed;
Em wek ciwanên Kobanê; demek berê, 15 mehê de me dît ku endamê ENKS ê nêrînên xwe de gotin dewleta Tirk dijmine, dagirkeriyê dike. Lê piştî çend rojên din de meclisa ENKS ê got na. Daxuyanî dan û gotin em cîranên hevdû ne, em hevalên hevdu ne, gotin dewleta tirk ne dijmine. Ji xwe dîyar kirin kû giştî yekin, yek destin. Ew jî hevalbendên dagirkeriya tirkin, a dijminin çi ENKS dibe çi KDP dibe ewj î di wir da xwe dane nîşandan.
Ji xwe me wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Surîyê meşe ke dirêj çê kirin û pêşwazîya konê çalakîya berxwedana ê dayikên şehîdan kirin. Di wir da nobeda konê ketiye roja 80 an. Me jî wek tevgera ciwanan pêşwazîya wan kir û megot êdî bes e, em jî dibêjin bila cinazê me bidne me. Ji xwe di wir de jî hate dîyarkirin ku KDP û hukumeta Berzanî di wir da jî êrîşê ciwanan kir, yanî ew jî di wir da mijar biriye ku wana jî hevalên destê wan da dane dewlata tirk yanê di wir da xwe dane nîşankirin ku bihevra ne.
Çi ENKS dibê çi hukumeta malbata Berzanî dibê di wir da êrîşê ciwanan kirin. Tenê me xwast em cenazeyên cangoriyên xwe, cenazeyên şehîdên xwe, ên dest wanda em bigrin radestê malbata wan bikin. Ewê ku 80 Rojin di bin wê sermayê de daxwaza dikin û ti kes dengê wan guhdar nake, ewê ku dewlata Tirk a dagirker ji ber di wir da dema bi tanga erîşên ciwanan kirin, dema ku êrîşên me bikin emê xwe biparêzin. Em bêdeng namînin, emê civaka xwe biparêzin. Lê di wir da hate nîşandayîn ku çiqasî wana bi dewleta dagirker ra ne, çiqasî destê wan di bêrîka hevda ne di dawîyê da giştî yekin ew jî hevalê dagirkeriyê ne.
Em dibêjin Bimre Îxanet
Bimre dagirkerîya Tirk
Bimre qomploya li ser Serokatî!
Xunav Kobanê:
Ji xwe weke em dizanin bi rastî ev demên dawî êrîşên pir li ser rojava û her çar oerçê Kurdistanê hene ,êrîşên siyasî hene, êrîşên eskerî hene, êrîşên qirkirina civakê bi her rengî têne kirin.
Bi armanc her tim tunekirina gelê kurD , bi tunekirina projeya netewa demoqratîk.
Her kes jî ku dizanê rastî ev projeya wê ji bo tevahiya dunyayê bibe projeya sereke,bibe projeya azadiya tevahî gelên cîhanê.
Li gor wê jî êrîşên wê bi her rengê hene ,dijminê me ê faşîst bi taybet dewleta Tirk a faşîst ,bi her rengî êrîş dike ,bi her rengî dixwazi vê projavaya vê projeya netewa demoqratik li vêderê binbixîne.
Ji xwe jî yên destekê didin kî hevalên xwe yên kêlek xwe jî belîne yanî, ENKS’ê yek ji hevalê xwe ye rastî, bi hevdûre yekin ,eynî raste ENKS’ê wekî tê naskirin kurd in, yên cihên xwe tê de digrin kurd in ,ji bo kurdayetiyê xebat dikin ,lê di rastiyê de di cewherê de tiştekî wisa tune ,dijminê kurdan in lê ema di bin rûyekî din de, bi dijminê me yê faşîstê dewleta tirk re destekî vir in ,û dixwazin vê derê bi kurdan tune bikin ,tevî ku bi xwe jî kurd in.
Ji xwe belkî we dît jî rastî ne wekî giftûgokî wê demê çêbû, di wê ne giftûgokî de ,Si’ûd Mele di wir de got ; dewleta tirk dijminê me ye, eynî di giftûgoyê de bi vî rengî derkete holê, lê piştî demekê piştî penc şeş rojan ,rabû Îbrahîm Biro bi daxuyanîkê li ser navê meclisa giştî ya ENKS’ê de got ku Si’ûd Mele li ser navê xwe yé şexsî ev daxuyanî daye, dewleta Tirk hevalê me ye, cîranê me ye.
Bi rastiyekî jî ku tu pê bifikirî partiyekî qaşo behsa kurdiyetê dike,behsa netewê dike ,li di rastîné de eşkere eşkere bi daxuyaniyekê rabû va xwe nirxand ku dewleta tirk cîranê me ye, dostê me ye hevalê me ye, ne dijminê me ye.
Rastî di vir de pir diyar e, bi rojekê dibêje dijminê me ye, bi rojekê dibêje hevalê me ye dostê me ye cîranê me ye , însan nikare rastî li ser şexsê xwe tiştan binirxîne. Her kesek radibe gotinekê dike tiştekî dike ,nûneretiya kîjan netewe ye, nûneretiya kîjan partiyê dide ,lê di navbera wan de jî hinek nakokiyên bi vî rengî hene rastî ,lê a rast jî bi wê de jî girêdayî ye, belkî we herî dawî dît Ciwanên Şoreşger meşek çêkiribûn li ber deriyê Sêmalka. Ji bo ew dayikên şehîdan, ew dayikên ku ev bûn çar pênc meh bûn li wê derê sermê dixwin , zehmetî dikşînin, li wê derê ne ji bo cenazeyê zarokên xwe yên şehîd bigrin, li wê derê sekinîne, ji Mesûd Berzanî ji hikûmeta başûr cenazeyên zarokên xwe dixwazin ,lê rastî hikûmeta başûr yek ji xayinên ku bi dewleta tirk a faşîst re dibe alîkar ,ya’nî evqas roj evqas meh ev dayikana li wê derê ne ,cenazên zarokên wan teslîmî wan nakin, ê Tevgera Ciwanan jî meşek li we derê kir, çûn ji bo piştgirî ji bo wan gelê xwe bikin, ji bo dayikên xwe ên şehîdan bikin. Di meşê de jî belkî we dímen dîtin, bê guman dîmen li her derê belavbûn, ku çawa eskerê wan êrîşî tevgera ciwanan kir, bi keviran û bi her rengî êrîşî wan ciwanan kir, sedema ku ciwan hatine piştgirtiya wan dayikanan bikin, rastî di vir de jî diyar dike ku xayinên wan, ixaneta wan wê herdem berdewam bike.
Îxaneta wan bi dewleta faşîst a tirk re wê bîst salan jî berdewam bike, ji ber ku tu carî li kurdayetiya xwe dernakevin, li nasnama xwe dernakevin, xwedî li gelê xwe dernakevin ,ev dayikana evqas roj li wê derê ne , ji bo cenazeyên zarokên xwe yên şehîd bigrin dixwazin. Lê kes vî tiştî nabîne, kes van dîmenanan nabîne, ev pênc meh bû bi zilm û zehmetî ,bi wê sermê bi her tiştî li wir sekinîne, di dawî de jî êriş birin ser ciwanan, belê bi rastî dîmenin pir bûn ew lê ciwanan jî dema meşa xwe çêkirin bi armanca piştgirî û dixwestin ev hevalên şehîd ên li wê derê şehîd ketin ,ku cenazên wan bigrin û teslîmî dayika wan bikin.
Lê her kesê xayin ENKS’ê, dewleta Tirk a faşîst, hikûmeta başûr a Berezanî, bi giştî xayinin, bi giştî dixwazin gelê kurd tune bikin, bi armanca çareseriyê û yek girtinê kar nakin, bi armanca tunekirinê kardikin, li bi rastî helwesta me jî li vê derê wek ciwan, emê li beramberî her kesî bisekinin, her kesî ku dixwazi kurdan tune bikin, wê me li pêş xwe bibîne wê herdem jî pirojeya netewa demoqratîk bi serkeve û gelê Kurd bi serkeve.