BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê di daxuyaniyê de wiha got:
”Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê;
21’ê Kanûnê saet 15:40’î li Girê Şehîd Axîn a Xakurkê 2 kozikên dagirkeran, ji hêla hêzên me yên YJA Starê ve ji du baskan ve çalakiyeke bi koordîne hatiye kirin û derb li wan hatiye xistin. Di encama derbên serkeftî de 2 kozikên ku bûbûn hedef hatine rûxandin û bi kêmanî 4 dagirker hatine cezakirin.
20’ê Kanûnê saet 14:30’an li herêma Garê qada Kafya û saet 15:00’an qada Kunîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
18’ê Kanûnê saet 18:30’an qada Beşîlî ya herêma Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.
Di encama van êrîşên artêşa TC’ê ya dagirker de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.”