TEBQA – Meş li bajarokê Cirniyê yê bakurê Tebqayê bi tevlêbûna bi dehan welatî û gelek saziyên sivîl û siyasî yên bajarok û gundewarên li dar ket.
Şênî ji pêşiya navenda Çand û Hunerê ya Cirniyê ve dest pê kir û ber bi kolana sereke ya ber bi yarîgehê ve ketin rê. Şêniyan pankartên “Ciwanên şoreşger nûnertiya gel û şoreşê dikin” û “Li hemberî îxaneta PDK`ê serî hildin” rakirin. Xwepêşandêran alên ciwanan û jinên ciwan bilind kirin û sloganên “Na ji îxaneta PDK`ê” re berz kirin.
Di dawiyê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de tawanên li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên parastina dayikên şehîdan ên li pêşiya dergeha Sêmalkayê hate redkirin. Ciwanan di daxuyaniyê de piştrast kir wan erka xwe ya welatparêziyê ya li hemberî gel û dayikên şehîdan ên banga wergirtina zarokên xwe yên şehîd bi cih anîne.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê têkoşîn û parastina welat berdewam bikin, ji ber parastina welat nekin nabe tê de bijîn û dê li dijî hemû cureyên sîxurtî û xiyanetê heta rizgarkirina welat ji destên teroran bi yek dest bin.