NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Yekbûyî ya Şoreşger a Gelan (HBDH) têkilî salvegera komkujiya Meraşê û Roboskê daxuyanî da.
HBDH’ê diyar kir, ku Komkujiyên Meraşê û Roboskê encama polîtîkaya qirker a dewleta Tirk e ku ji dîrokê dewr girtiye û got, ”Gelê me hay jê heye ku rêxistiniya Komkujiya Meraşê rasterast ji hêla dewletê ve hatiye kirin. Vê komkujiyê li bîra gelê me birîneke kûr vekiriye.”
HBDH komkujiya Roboskê jî bi bîr xist, diyar kir ku fermana êrîşê rasterast ji hêla Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin û got, ”Erdogan bixwe fermanda vê komkujiyê daye. Dîsa dîrok guheriye lê rihê ku dewleta faşîst a TC’ê ji Osmaniyan standî neguheriye.”
HBDH got, ”Her ku diçe zemîna serhildanê ya gelê me yê ku tê mêtingerkirin, nasname, ziman, çanda û baweriya xwe tê înkakirin, ya karkerên ku keda wan tê xwarin û qirkirin geştir dibe. Dewleta TC’ê û çeteyên di bin nîrê wê de wê nikaribin vê serhildanê rawestînin. Pêvajoya her ku diçe dibe xwedî îtîraz û dijrabûnên mezin helbet wê dawiya dewleta TC’ê hazir bike. Ji vî alî ve komkujiyên mîna Meraşê û Roboskê ne pêşî bûn û ne jî dawî. Dewleta TC’ê ya faşîst her ku berxwedan û hişyarbûn çêbûne ji komkujiyan nemaye û wê nemîne jî.”
Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ”Em HBDH êşa gelê me yê ku komkujiya Meraşê û Roboskê jiyayî ji dil par ve dikin. HBDH wê pêşengiyê li serhildana geşbûyî ya gel bike û dawî li faşîzmê bîne.”
HBDH’ê her wiha got,”Em ê hesabê komkujiya Meraşê û Roboskê bipirsin.”