STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertê tecrîdê girtî ye, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî, ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di heftê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê parêzeran di 22’ê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana “hevdîtina lezgîn” kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Ocalan hatine birîn.
Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12’ê cotmehê de ji bo 6 mehan li Ocalan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18’ê Tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran.