NAVENDA NÛÇEYAN –
“Ez im rinda Rindêxan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey Tirkê Tacik
Karê we çi ye li van çiyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslîm nabim destê neyar û naçim bê arim”
Ev gotinên dirokî yên keça Kurd Rindexan nin ku di sala 1926 di serhildana Sasonê li hemberî dewleta faşist ya Tirk serî hildide. Ruxmê ku temenê Rindêxan ciwane di rêza pêş de şer û peşengtî dike û di nava şer de Rindexan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindexanê. Li hember vê bêçaretiyê Rindexan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, lê ez nikarin li ser axa ku dibin serdestiya mala bavê min de, bi we re bim, eger hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim” Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axa bavê te li ku diqede dike. Rindexan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye. Tu dikarî piştî Pira Malabadê bibî xwediyê min”, fermandar vê daxwaza Rindêxan di pejirîne û heya pira Malabadê tîne. Dema ku digihijin pira Malabadê, Rindexan dibê ez dixwazim herî dawî li axa bavê xwe binêrim û destûr dixwaze ku li ser pirê bisekine. Rindexan li hember vê dîroka xiyanetê û rastiya dijmin, ji bona ku nekeve destê dijmin xwe ji Pira Malabadê davêje çemê Batmanê. Rindexan bi vê ne teslîmbûnê girêdayinbuna welatê xwe di nav civaka Kurd de dibe destanek. Diroka kurd bi berxwedani û lehengiyên wiha yen Jinên ciwanên kurd tiji ne, wek Leyla Qasim li başurê Kurdistanê, disa keça Nexedî li rojhilatê Kurdistanê tenê hin minakên ku vê rastiyê temsil dikin. Di temenê xwe yên ciwan de berpirsiyartiyek mezin digrin ser milê xwe, ji bo welat û axa xwe ji dagirkeriya dijmin paqij bikin xeta fedayîbûnê didin ber xwe. Li gorî gelên din herî zêde civaka kurd cewherê xwe yê civakbunê parastiye, yên ku herî zede vê xetê diparezin û peşengtiya vê dikin Jin û ciwanin. Ser vê esasê ev sed salin dijminên kurdan hewil didin bi politikayên inkar û imha hebûna gelê kurd ji holê ra bikin, vê ji taybet li ser ciwanan didin ferzkirin û armanç dikin ciwanên kurd yên bê nasnamê û bê kesayet avabikin. Bi taybeti di sed sala 21’emin de dijmin hemû rêbazên şerê taybet xistiye meryetê ku xeta Rindexanan û Leylayan tasfiye bike û li gel vê xeta teslimkar û hevkar peşbixe. Encama vê jî inkarkirina nasnameya Jinbûn û kurdbûnê ye. Dema zanebûna hebûnê nebe wê demê parastina vê ji pêş nakevê, niha ev xwe di rastiya jinên ciwanên kurd bi awayekî metirsîdar xuya ye. Ev rastî em taybet di buyerên dawi li Batman, Sêrt, Dersim û hwd bi awayekî erjeng û xeter dibinin. Jinên ciwan dibin navê evinê ji aliyê leşkerên dijmin tên xapandin, tecavuz kirin û kuştin. Li vir pirsa ku tê serê mirov ruxmê ku mirasek û destanek wek Rindexan peşketiyê çima Jinên ciwan wiha tên xapandin û evindarê celadê xwe dibin?
Pergala baviksalarî, pergalek e tecavuzkar e. Beşa civakê ya ku ji destpêke ve hatiye xistin bi vî awayî bê destgirtin jin e. Jina mirî civaka miriye, jina ketî civaka ketiye, jina ku ji cewherê xwe derketiye civaka ku bê çand û ahlaq maye ye. Ji bo vê yeke çanda tecavuzê herî zede li ser hişmendiya mirovan bi bandor e. Dema em li Bakurê Kurdistanê dimeyzenin, di salên 90 de dewleta faşist ya Tirk ji bo çand û zimanê kurd ya ku hebûna vê diyar dike, ji holê ra bikê qampanya ‘Baba beni okula gönder’ da dest pê kirin. Li hemû Kurdistanê dibistanên dewletê dan çekirin û qadroyên xwe erkdarkirin ku bi taybetî Jinên ciwan di pergala asimilasyonê re derbaz bikin. Jinên ciwan xwedî 2 nasnamên giringin, hem nasnamê ya Jinbûnê hem ji ya ciwantî di hindurê xwe de dihewine. Li ser vê bingehê Dijmin ferq kir ku çand û zimanê kurdî bi rola jinê re esas tê belav kirin. Ji bo herkandina vê hebûnê zuwa bike êriş li ser Jina kurd da dest pê kirin. Dîsa di xwezaya ciwanan de çalakbûn, wêrektî, fedakartî, fedayîbûn û li hemberi gelê xwe bi berpirsyartî tevgerîn heye. Ji bo ku dijmin ev nasname weke potansiyela ku li hemberî politikayên wî seri hilde dibine, vê beşa civakê weke metirsiyekê ji bo xwe dibîne, ji bo wê jî pêwîste yan ji cewherê wan dur bixe yan jî wan bêdeng bike. Dijmin ji vê rastiye ditirsê, ji bo ku hebûna xwe li ser inkarkirin û tunekirina azadiya gelê Kurd daye avakirin. Ji bo ku dîjmîn dizane ku bi darê zorê nîkare pergala xwe ya metîngeh ava bikê, serî li rêbaza şerê taybet dide. Dijmin anha li Kurdistanê metingeriya xwe li ser sê lingan peşdixê û wisa hewil dide bi sistema xwe ya faşist û şovenist hişmendiya ciwanên Kurd fetih bike.
Solin Tori