ŞENGAL – Ciwanên Êzidî li gund û navçeyên Şengalê bi pirtûkxaneyek gerok, dema pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belav dikirin ji aliyê polîsên Iraqê ve hatibûn astengkirin û 3 ciwan hatibûn binçavkirin. Wê îro dijî binçavkirinan ciwanan, li Sinunê meşek girseyî lidarxistin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî xwestin di 20’ê Kanunê de bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gund û navçeyên Şengalê li welatiyan belav bikin.
Di roja yekem ya çalakiyê de, ciwanan li Sinunê dest bi belavkirina pirtûkan kiribûn û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastî eleqeyek mezin ya welatiyan hatibû. Ciwanan dixwest li seranserê gund û navçeyên Şengalê pirtûkan belav bikin, lê di roja 3 yem de, ciwan ji aliyê polîsên Iraqê ve li Sinunê hatin astengkirin. Polîsan bê ku hêcetek nîşan bidin, rê li ciwanan girtin û 3 ciwan jî binaçvkirin.
Tevî hemû hewldanan jî 3 rojin ew ciwan nehatine berdan, dijî vê wê îro bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, bi tevlîbûna sazî û dezgehên Şengalê meşek girseyî were lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya ciwanan, wê meş di saet 14:00’an de li ber derê Meclîsa Gel ya Sinunê destpê bike û heya navenda polîsan ya Sinunê dewam bike.