QAMIŞLO – Qomîteya Parastinê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamışlo li dijî êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku ciwanan tê de diyar kirin ku ew her erkê re amade ne wiha ye:
“Ji bo raya giştî ev sê rojin li Zirgan û Til Temir dewleta Tirk a faşît û dagirker êrîşan dike, di encamên van êrîşan de ji gel û zarokan şehîd û birîndar hene.
Dewleta Tirk a dagirker dixwaze axa me ji gel vala bike, dixwaze gelê me qetil bike.
Ji xwe armanca dewleta Tirk derxistina gelê Rojava ye, bê guman ev êrîş bê bersiv namîne em jî wek qomîteya parastinê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Qamişle em dibêjin emê li hember êrîşên dewleta dagirker heta dawî bisekininû hesap bipirsin.
Gelê Zirgan û Tilemir ciwanên wan ne bi tenê ne, em van êrîşan şermezar dikin û li hember van êrîşan heta dawî emê têkoşîn bikin.”