NAVENDA NÛÇEYAN –
Şaho Ciwanro Nivîsand
Medya yan jî bi navê wê yê Kurdî ragihandin û çapemenî ji sed sala 20. pê ve bûye hêza bingehîn a qontrola civakê. Hêzên desthilatdar û hegemon ji bo ku mejiyê mirov bi dest bixin, şikil bidinê û bixin xizmeta xwe bi kar tînin. Hêzên civakparêz jî ji bo ku çand, exlaq, dîrok û pêşeroja civakê, û heta ji bo ku bi dar û berên wê ve hemû cîhanê biparêzin û hişmendiyeke bi vî awayî bi mirovahiyê bidin qênckirin medyayê bi kar tînin.
Em werin li ser medyaya KDP’ê: Bi Rudawa xwe, bi K24’a xwe û bi ragihandin û çapemeniya xwe ya din, bi temamî di xizmeta dewleta Tirk û xizmeta şerê wê ye taybet de ye. Artêşa Tirk li Başûr bi dehan baregeh çêkirine rojekê ji rojan jii behsê nake. Li aliyê din Mesûd Barzanii diçe bi serçeteyên li Efriinê dest diavêjin şeref û rumeta Kurdan, erdên Kurdan talan dikin re hevdiitinên diiplomatiik (!) li dar dixe. Lê heqiiqat tê berevajiikirin, rastii nayê gotin. Ma dibe ku çete ji Efriinê bikişin, wan deran tesliimii KDP’ê bikin? ev iihtimal zayif jii bibe heye, gelo? Jixwe dewleta Tirk ENKS bi vii şiklii xapandibû û Efriin dagir kiribû.
Bi taybetî jî Rudaw tu dibêjî qey dilê wê pir bi gelê Rovayê ve ye. Nûçeyên Kurmancî bêhtir li ser Rojava ne. Lê dema mirov li naverokê wê dinêre xuya dibe ku zêde ne wisa ye. Mînak, li kîjan cihî bûyerek hebe ji aliyê neyînî ve digire dest. Helbet bûyer derbaskirin, ragihandin karê ragihandinê ye. Lê tenê rojekê jî bi başî bûyerekê nagire dest, eger hebe aliyê neyînî derdixe pêş û wisa dide.
Mînak di van rojên dawiyê de ji ber reşkujiya li ser hevserokê Meclîsa Xweser A Şengale Şehîd Bedel, ciwanen navçeya Sinûnê çalekiyek li dar xistin: Ku çima hêzên Iraqî vê erîşa li ser gelê Êzîdî qebûl dike û je re bedeng dimîne. Le hêzên leşkerî yen Iraqî xwe ranegirtin û gule reşandin li ser ciwanan, du ciwan birîndar bûn. Lê belê çapemeniya KDP ne leşkerên Iraqî, ciwanan sûcdar dike û dibeje “wey çima YBŞ’e hemereke leşkeran sotandiye?”. Li hole YBŞ tine, çalekî çalekiyeke sivîl a ciwanan e. Ti kesî behs nekiriye ku hemer hatiye şewitandin. Tiştekî wisa hebe jî jixwe leşkeran bi guleyan erîş kirine, her hal li hember guleyan bertekek din jî zehmet e, ji bilî kevir û rebazên parastinê yên bi vî şiklî ma ciwanan dikarîbû balafir an jî çek bi kar aniyana? Lê ev medyaya şerê taybet çawa weşan dike? Ji bo ku ciwanên Êzîdî terorîze bike, krîmînalîze bike bi israr li ser sedema ku ‘çima YBŞ’e hemereke Iraqî şewtandiye’ disekine.
Dîsa pir li ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî nûçe çêdike, dilê xwe bi zeytûnên Efrînê dişewitîne (!) lê dema dibejê “di ewqas dema derbas bûyî de çekdarên Siltan Murat li Efrînê evqas darên zeytûnan birîne” rûpoşa wê dikeve. Çekdar yanî çi? Yanî mirovên miseleh. Kesên çek rakirine. Yanî ne diyar e van kesan ji bo çek girtiye. Yanî ne xerab in û ne jî baş in. Dibe ku baş jî bin. Bi taybetî di lîtarotor û lugata gelê Kurd de kesê/a çek rakiribe tê maneya ku pirgirêkek wan kesan li gel dewletê heye, ji ber wê ew kesên baş in û heta bi rumet in. Vaye Rudaw bi vê yekê hem li nal hem dixe û hem jî li bizmar dixe yanî mejiyê mirovan şelo dike.
Diyar e ku aqilmendên Rudawê wisa fikirîne. Yanî pêyvek ku bi serê xwe ne zêde neyînî ye. Dema li dijî nehaqiyê kesek çek rake kirdareke ne xerab e; berevajî pîroz e jî. Lê eger li dîji civakê be cuda ye. Bi rastî mirov dikare tenê li ser vê peyve gelek tiştan bêje. Yanî bi temamî di xizmeta şerê taybet de ye. Çawa wisa ye? Têkiliyên MİT’ê û vê medyayê eşkere bûne. Polîtîkaya xwe ya weşanê li gorî perspektîf û venêrînê wê dimeşîne. Îsbatek jî ev taktîkên li jor û wekî vê mînakê, uslûba weşanê ye. Mînak, li her Bakûr civak bi faşîzma AKP-MHP’ê her kêlî bi îmhayê re rû bi rû ye lê ew wekî ti tişt naqewime dema dike mijara xwe jî bilakis zilmê reva dike yan jî qet behs jî nake. Disa li ser Rojava dimire (!) dema li firinan nanek kêm derdikeve hema kamaraya wê di nav kîsê ard de ye. Lê li Hewlêrê du ciwanên Kurd ji ber ku serkirdeyê MİT’ekî dagirkerên Tirk ku destê wî di xwina bi dehan gerîla de bûye dikujin, îdam li wan tê birîn; kamara û mîkrofona wê kor û ker e.
Di meha dawî de li bajare Hewlere felaketeke xwezayî çebû, lehî rabû nezîkî 15-16 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Temam, bûyer xwezayî ye lê aliye bi mirov re elaqadar jî heye; heta hê li peş e. Em behsa we nakin ku ji ber dildariya bi kedxwariyê, sîstema kapîtalîst tewazina xwezayî ya cîhane têk biriye û di encam de bûyeren xwezayî yen li cîhane ji reya xwe derketine. Lê eger jeresaziya bajare Hewlere ji barana zede re amade bûya, avaniya bajar yan jî xizmetguzariyên cuda weke te xwestin bûna (eger gendalî û sextekarî kemtir bûya) dibe ku bi berdeleke kêm, karasat bihata derbaskirin. Di hemû medyaya KDP’e de li ser vî aliye bûyere tiştekî herî biçûk jî tine.
Bi rastî ji bo ku tekiliya şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk û ve medyaya bebext de were îsbatkirin dibe ku zede tiştek lazim neke. Di pevajoyen ve dawiye de di medyaya sanal (înternet) de belgeyek hatiye weşandin. Li gorî ve; Telewziyona Rûdawe rasterast ji aliye Ankaraye ve te avakirin. Talîmata Ankaraye dibeje; “dive em li Bakurê Iraqê telewziyoneke ava bikin ku ev, ji bo PKK were be bandorkirin weşan bike. Zimanê weşanê heremî be û nave wê Rûdaw be…” bi kurtasî heta bi nave we jî te diyarkirin. Her hal axaftineke din ne lazim e. Gotineke peşiyan a gele Tirk heye, dibêje; “Yê ku nanê gawiran dixwe, wê şûre wan li ba bike”.