STENBOL – Êrîşên desthilatdariya qirker a faşîst a AKP-MHP’ê li her qadê berdewam dikin. Ji bo veşartina têkçûna li qadên parastina medyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelan tê kûrkirin û her cure sûcên şer li dijî gerîla bi taybet çekên kîmyewî tên bikaranîn. Di van demên dawî de bi zext û tundiya li ser zindanan zêdekirina girtiyên şoreşger ên welatparêz qetil dike.
Têkoşîna li dijî vê yekê li qadên gerîla didome, ciwan û jinên ciwan li bajaran têkoşîna xwe didomînin.
Yekîneya Tolhildanê ya DGH Xeyrî Xerzan ragihand ku ji bo balê bikişînin ser qetilkirina Garîbe Gezer û girtiyên din li Stenbol, Gebze û Kocaeliyê çalakî li dar xistine. Yekîneyên DGH’ê 2 kargeh, 2 makîneyên înşaetê, 1 xanî û 3 wesayîtên faşîstan şewitandin.
DGH’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bidome dê çalakiyên xwe yên li qadan bidomînin.