NAVENDA NÛÇEYAN – Îsal çîroka koçberên Kurd ên li ser sînorê di navbera Belarûsya û Polonyayê de bûn manşetên piraniya rojname û televîzyonên cîhanê. Li ser mijarê Koçer Omer ku koçberek vegeriyaye got: “Li wir rewşa me gelek xerab bû. Du rojan carekê me çend lib xurme dixwar. Li aliyê polîsên herdu welatan ve heqaret li me dihate kirin. Ji ber sermayê li daristana ku em lê bûn balandiyeka jî jiyan nedikir.”
Koçer Omer ciwanekî xelkê navçeya Derbendîxan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye û 26 salî ye. Demekê li sînorê di navbera Belarûsya û Polonyayê de maye. Niha vegeriyaye Herêma Kurdistanê. Ji Rojnews’ê re qala trajediya koçberan a li ser sînor kir.
‘Hin caran 2 heta 3 rojan me tenê çend lib xurme dixwar’
Koçer Omer diyar kir ku ketîbûn di navbera pirsgirêka di navbera Belerûsya û Polonyayê de û got: “20 heta 25 rojan bi sermayê me li wir jiyan derbas kir. Ne cihek baş û ne jî nanxwarinek baş me hebû. Hinek caran 2 heta 3 rojan carekê me çend lib xurme dixwar. Ew kesên ku li wir bûn ji sedê 50 xelkê Başûrê Kurdistanê bûn. Di nava wan de zarok, jin, nexweş û astengdar hebûn. Herwiha nêzî 50 malbatan hebûn û li gel wan zarokên biçûk jî hebûn.”
‘Koçber ji bo pirsgirêka di navbera xwe bikar dianîn’
Koçer Omer dazanîn ku hikûmeta Belarûsya teşwîq dikirin ku biçin, lê hikûmeta Polonya bi hînceta parastina sînorê xwe rê nedida, yan jî polîsên Belarûsya bi hînceta derxistinê dibirin li ser sînor didan polîsên Lîtwanya û binçav dikirin û wiha domand: “Lawna jî heqaret li me dikirin. Hinek kes jî hebûn ji ber sedema ku xwe nedan dest li wan hate dayîn û pozê wan şikest. Herdu aliyan koçber ji bo pirsgirêka di navbera xwe de bikar dianîn.”
‘Koçberî pirsgirêkê çareser nake’
Koçer Omer bal kişande ser ew alîkariya Yekîtiya Ewropa û welatên cîhanê ji bo wan dişand û wiha pêde çû: “Yekîtiya Ewropa gelek alîkariya koçberan dikir, lê hikûmeta Belarûsya tenê li ber çavê kamareyan hinek alîkariya kêm parve dikir. Ya din nedida. Piraniya caran jî xwarin û pêwîstiyan têrê nedikir. Kes hez nake mal, xizim û welatê xwe bi cih bihêle. Li welatê xerîbiyê hezkirina jiyanê namîne. Koçkirin bi ti awayî ji bo başkirina jiyanê ne riya çareseriyê ye. Lê, ji ber sedema ku ciwan li Kurdistanê ti dahata wan nîne serî li koçberiyê didin. Lewma bi neçarî koç dikin. Ji bo vê mebestê jî daxwazê ji partî û hikûmetê dikim agahiya wan ji jiyana xelkê hebe û derfetên kar ji bo welatiyan çêbikin. Ji bo ku welatî dest ji welatên xwe bernedin.”
‘Ji tirsa xew nediket çavê me’
Koçer Omer têkildarî rewşa daristana li sînorê di navbera Belarûsya û Polonya de koçber têde bûn got: “Daristana di navbera Polonya û Belarûsya de koçber têde diman, ji ber sedema sermaya dijwar heta balinde jî têde jiyan nedikirin. Ji ber ku nexweş û bêzarker bû. Bi şev me ji tirsa nedikarî razîn. Ez li ser xwesteka xwe vegeriyan Herêma Kurdistanê. Ji ber ku li wir çarenivîsa me ne zelal bû. Ez 25 şevan li wê daristanê mam. Çend kesan ji serma jiyana xwe ji dest dan. Sedama koçkirina min jî ji bo gihîştina Ewropa jî ji ber nebûna kar bû. Ez di sala 1995’an de ji dayik bûme. Dîplomeya min a dibistana amadeyî heye. Berê min rojane li bazara Derbendîxan kar dikir.”
Hêjayî gotinê ye ku di meha Mijdarê de hikûmeta Iraqê ji bo vegerandina koçberên li Belarûsya dest bi liv û tevgerê kir. Heta niha ji Belarûsya 7 kom koçber vegerine Herêma Kurdistanê. Li gorî daneyên hikûmeta Iraqê 2 hezar û 722 kes vegeriyane. Lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ti alîkarî pêşkêşî koçberên vegeriyane nekiriye.
ÇAVKANÎ: ROJNEWS