NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniyek da. QSD`ê di daxuyaniya xwe de got:
“Hêzên me di encama operasyoneke leşkerî de bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî, terorîstê bi navê Mihemed Ebd Elcewad ku wek Reşîd tê naskirin, girt. Terorîst Mihemed Elcewad berpirsê yekem ê operasyona terorîstî ya ku hatibû plankirin ji bo êrişkirina ser zindana Xwêran a ku endamên terorîstên DAIŞ’ê tê de ne. Her wiha di plansaziya êrişê de peydakirina çek, alav û xwekujan ji bo lêdana girtîgehê, bi beşdariya 14 xwekuj û 2 otombîlên bombebarkirî amade kiribû.
Terorîstê bi nasnav Reşîd bi tevlêbûna xwe ya nava hêzên Cebhet El-Nusra di destpêka sala 2013’an û pişt re jî tevlêbûna xwe ya nava terorîstên DAIŞ’ê tê naskirin. Her wiha ew kes serkêşiya tabûra tankan û çêkên giran di sala 2014’an de beşdarî êrişa li ser Kobanê bûbû, di heman demê de jî beşdarî di dehan şerên ku DAIŞ’ê li giştî Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşand, bûye û ev kes wek kesên ku herî zêde destê wî di xwîna sivîl û leşkeran de bûye, tê naskirin.
Piştî çavdêriyeke demdirêj ji aliyê Tîmên Operasyonen Leşkerî ve di meha Mijdarê de bi operasyoneke taybet hate girtin û hemû planên ku zindana Xwêran û aramiya gelê me li Hesekê armanc digirt, hatin têkbirin. Vî kesî bajarê Reqa wek navendeke tevgerên xwe bi kar dianî, her wiha bi rêbazên kamuflajê yên veşartî û bikaranîna erebeyek zer, tevgera xwe dikir.
Beriya vê dîrokê, hêzên me û bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn karîbûn şaneyê bigirin, lê belê berpirsê şaneyê Reşîd nehatibû girtin û di encama çalakiya duyemîn de terorîst Reşîd jî hate girtin.
Bi vî awayî plangeriyek qirêjî ku li ser heremê dihat plankirin, hat têkbirin. Li hember DAIŞ û hemû cureyên êrişên terorî hêza me bi serkeftî karê xwe dimeşîne.”