QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo jinên ciwan ên xwendevan civîna xwe ya salane li darxistin.
Jinên ciwan ên xwendevan îro li bajarê Qamişlo di encama kar û xebata salekê de civîn hat li darxistin. Rojeva civînê ya sereke Rewşa Siyasî, Rewşa Rêxistinî û pilanamye sala tê hate nirxandin. Civîn destpêkê bi axaftina Medya Yusuf destpê kir.
Di nava Civînê de Rapora Xebata salekê hate xwandin, û rewşa Siyasî, rewşa Rêxistinî û rewşa jinên ciwan ên xwendekar hate nirxandin. Mİjarên sereke pirsgirêkên jinên ciwan ya ku rû bi rû pê re dimînin, astengî û zehmetiyên ku di aliyê perwerdeyê de dibînin. li hember van pirsgirêkan çawa têkoşîn were meşandin û rola wan di nava civakê de çiye hate nirxandin. Her wiha weke xwendekarên jin wê çawa xeta xwe ya çalakiyê aktîf bikin hate nirxandin. Di encama encama civînê de pilaname ji bo xebata pêşiya wan hat derxistin. Heman demê de komîteyeke li ser bingeha ku hemû pilansaziyan pêkbîne hat avakirin. Civîna wan bi coşekî xort bi dawî bû.