ŞÊRAWA – Bertekên li dijî êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê ku di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn, zêde dibin.
Li gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê, bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şorşger a Sûriyê- Herêma Efrînê meşek bi meşeleyan li dar xist.
Meş ji deriyê ketina kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê dest pê kir û li kolanên gund dewam kir. Ciwanan bênavber diruşmeyên şermezarkirina êrişên Tirkiyê û piştevaniya berxwedana şêniyên Kobanê berz kirin.
Meş li navenda gundê Ziyaretê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.
Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrînê Reşîd Efrîn axivî û got: “Em li hemberî dijmin disekinin ku bi hemû rêbazan hewl dide me qir bike. Herî dawî li bajarê Kobanê êriş pêk anîn, di encamê de şehîd çêbûn. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin.”
Reşîd Efrîn bang li ciwanan kir ku li hemberî êrişan bisekinin û hevgirtî bin.
Çalakî bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.