NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrişên li ser Kobanê û ciwanan şermezar kirin.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Hej Ebdo ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker bi salan e êrişî her çar parçeyên Kurdistanê dike. Ax, xweza, dîrok, çand û welatê gelê Kurd qir dikin. Ev nêzî 8 mehan ne li Zê, Avaşîn û Metînayê berxwedaneke bêhempa li hemberî polîtîkayên qirkirinê didome.
Vê berxwedanê dewleta faşîst anî ber binkeftinê. Dewleta dagirker ji bo ku têkçûyîna xwe veşêre, êrişî Rojava û Şengalê dike. Bi hedefgirtina gelê welatparêz xwestin îradeya gel tune bikin. Li hemberî van êrişan bersiva gel her berxwedan û tolhildan bûye.
Dîsa herî dawî dewleta Tirk êrişî Kobanê kir. Ev êriş bi hevkariya hêzên navdewletî pêk hat. Di dîroka nêz de gelê Kobanê ji bo ku rûmeta mirovahiyê biparêze bi hezaran ciwanên xwe bêyî dudilî feda kirin. Lê ev mirovahî niha li hemberî qetlîama Kobanê bê deng e. Wekî tê zanîn di encama êrişan de şehîd û birîndar hene.
Ciwan pêşeroja civakê ne. Ji bo ku hêza civakê bişikînin êrişî ciwanan dikin. Di dîrokê de heya niha li hemberê êrişên dagirkeriyê bersiva ciwanan her tolhildan û berxwedan bûye. Em jî di şexsê Şehîd Nûjiyan Ocelan de hemû şehîdên Kobanê bi bîr tînin û soza tolhildanê didin.”