NAVENDA NÛÇEYAN – Medyaya PDK’ê ev demeke Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Rojavayê Kurdistanê bi awayeke sîstematîk hedef nîşan dida, di encama hedef nîşandana PDK’ê de balafira SİHA ya Tirk li Kobanê komkûjî pêkanî. Di komkujiyê de 5 ciwanên şoreşger şehîdbûn û 4 kes jî birîndarbûn.
Hêzên PDK’ê di 26’ê Tîrmeha 2021’an de li gundê Bexme ya ser bi bajarokê Xelîfanê, êrişî komek gerîla kiribûn. Ji ber êrîşê heya niha jî aqûbeta 3 gerîlayan nayê zanîn. Her wiha di şeva 28-29’ê Tebaxê de jî kemîn avêtibûn pêşiya komek gerîla ya ji 7 kesan pêktê. Di encama êrîşê de 5 gerîla şehîdbûbûn û aqûbeta gerîlayek nayê zanîn û gerîlayek ji gihîştibû yekîneya xwe.
Piştî herdu bûyeran di serîde li Rojavayê Kurdistanê li seranserê parçeyên Kurdistanê PDK hatibû şermezarkirin.
Bi pêşengiya Malbatên Şehîdên Rojavayê Kurdistanê li deriyê Sêmalkayê çalakiya nobetê li dijî pêkanînên PDK’ê destpê kir û îro çalakî di roja xwe ya 84’an de ye. Malbatên şehîdan daxwaz dikin PDK’ê têkildarî êrîşa li dijî gerîlayan daxuyaniyek bide raya giştî û cenazeyan jî teslîmê malbatan bike. Lê heya niha jî ev daxwaza malbatan ne hatiye bersivandin, berovajiyê wê asayîşa Pêşxabûr ya PDK’ê hemû hewldanên malbatên şehîdan û dayîkan ya ji bo girtina cenaze asteng dike.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şoreşger yên Rojavayê Kurdistanê bi mebesta piştgirîdayîna daxwazên malbatên şehîdan û şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya li gel dagirkeriya Tirk 13’ê Kanûnê meşeke dirêj a ji Qamişlo heya Sêmalkayê rêxistinkirin. Meşa ciwanan ku gihîşt deriyê Sêmalkayê rastî êrîşa hêzên PDK’ê û çeteyên Roj hat. Di encama êrîşa bi gaz û keviran de gelek ciwan birîndarbûbûn.
Hêzên PDK’ê bi vê êrîşa Sêmalkayê re sînodar nema, li ser medyaya xwe ya şerê taybet li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şoreşger ya Rojavayê Kurdistanê hemleyek a hedef dayîna nîşandanê da destpêkirin. Medya PDK’ê bi sernava, “Ciwanên Şoreşger kîne” rojeveke taybet a hedef nîşandayînê ava kir.
Her wiha PDK’ê li gel hedef nîşandana ciwanan, Deriyê Sêmalka û El Welîd ku weke şantajekî bikartîne li ser Rojavayê Kurdistanê de girt. Dewleta Tirk jî hemwextê pêkanînên PDK’ê yên dijî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, êrîşên hewayî û bejahî dijî Rojava da destpêkirin û welatiyên sivîl hedef girtin.
Balkêşe piştî ev bangeşeyên hedef nîşandanê yên medyaya PDK’ê balafira bêmirov û biçek a Tirk li Kobanê komkujî pêkanî. Di encama êrîşê de 5 ciwanên bi navê; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Menla Hisên ku endamên ciwananin şehîdbûn.
Ciwanên Şoreşger şevê din li gelek herêman êrîşên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê şermezarkirin.
ÇAVKANÎ – ROJNEWS