QAMIŞLO – Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro di civîna xwe ya salane de ku li bajarê Qamişlo li dar ket, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya nivîsgehê de hate gotin: “Tirkiye bi êrişên xwe yên li dijî herêmê hewldana berdewamkirina projeya xwe ya mîtîngeriyê û bindestkirina gelê herêmê yê berxwedêr dike, her wiha da ku wan koçber bike û demografiya herêmê biguherîne.
Îro jî sûcekî din li dîroka xwe zêde dike ku ew jî bombebarkirina xeta sînorî ya Kobanê û Sirînê ku li dijî terora DAIŞ`ê efsaneyên lehengiyê, nivîsandin.
Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk di 25`ê Kanûnê de bi balafirên bêmirov malek hedef girt. Di vê malê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hebûn û di encamê de 5 endamên tevgerê û yekitiyê şehîd bûn.
Sedema hedefgirtina dagirkeriya Tirk ji ciwanan re, ew e ku ciwan avakerên pêşeroja welêt in û yên herî bi hêz in, ku dikarin parastina gelê xwe bike.”
Nivîsîngehê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li van sûcên hovane yên li dijî gelê herêmê yê sivîl bînin û hemû sûcên dagirkeriya Tirk bîne û wan sûcan radestî dadgehên navneteweyî bikin.