SILÊMANÎ – Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kir.
Di 25’ê Kanûnê de balafirek bêmirov a dewleta Tirk dagirker li Kobanê malak bombebaran kir û di êrişê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîd bûn.
Li bajarê Silêmaniyê, li Parka Azadî Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo eşkerekirina cihê Tevgera Ciwanên Şoreşger alîkariya dewleta Tirk kiriye.
Di daxuyaniya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê wiha tê gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi dehan sale, li dijî her çar parçeyên Kurdistanê êrişan pêk tîne. Bi hedefgirtina welatparêz û şoreşgeran re dixwaze îradeya gelê Kurd lawaz bike. Hedefgirtina Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Şoreşger û şehîdbûna 5 ciwan diselmîne ku li dijî dijmin ciwan kelemek mezin in.”
Di daxuyaniyê de çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a ji bo malbatên şehîdên li Deriyê Sêmalka daxwaza cenazeyên zarokên xwe yên di kemîna PDK’ê de şehîd bûne tê bi bîr xistin û wiha didome: “Li deriyê Sêmalka ciwan rastî êrişa hêzên zêrevanî û çekdarên Roj hatin. Ji ber êrişê hinek ciwan birîdar bûn. Piştî ku ciwan ji aliyê xewfiroşan ve hefet hate girtin, dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Kanûnê de li Kobanê êrişî ciwanan kir û di êrişê de 5 ciwan şehîd bûn.”
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê êrişa li ser Kobanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku wê bi van êrişan nekarin îradeya ciwanan lewaz bike û wê bersiva êrişan bi berxwedanê were dayîn.