BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên ku di çarçoveya şerê taybet de dimeşîne, bi hedefgirtina ciwan û jinên ciwan dixwaze li ser gelê Kurd di komkujî û qirkirinê pêk bîne. Ciwan û jinên ciwan ên ku li dijî vî şerî rûyê xwe ber bi çiyayên azad ve vedigerînin, bi ruhê berxwedêr, têkoşer û têkoşer a ciwanên Apoyî, îradeya dawîkirina dewleta Tirk a faşîst nîşan didin.
Komek ciwan ên Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê bûn. Ciwan û jinên ciwan ragihandin ku ew tevlî nava refên azadiyê bûne, bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku li ser esasê Pêngava “Werin Cenga Azadiyê” tevlî têkoşîna şoreşgerî ya PKK’ê bibin.
Ciwanan bi daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk a dagirker bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze gelê Kurd û ciwanên Kurd tine bike.
Bi tevahiya daxuyaniya Ciwanan wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagırker dixwaze di pêşengiya faşîzma Akp-Mhp de li her qada jiyanê bi rêbazên qirker, Gelê Kurd û bi taybetî Ciwanên Kurd qir bike. Ji ber vê yekê hemû rê û rêbazên qirêj yên şerê taybet bi kar tîne. Bi taybet, di salên dawiyê de dewleta faşîst û qirker a tirk li bajarên Kurdistanê bi polîtikayên qirêj û pir taybet ciwanan dihelîne, wan durî rastiya gel û dîrokê dixe. Li beramberî van polîtîkayên qirêj divê tevahiya ciwanên Kurd û gelê me yê welatparêz li her qada jiyanê xwe bi zanebûn bike, xwe rêxistin û çalak bike û hemu polîtîkayên taybet ên şer liser esasê şerê gelê şoreşgerî pûç û vala bike.
Faşîzma dewleta tirk îro tecrîteke giran kirî li ser Rêber Apo dide meşandin. Rêber Apo ji bo me sedema hebûn û tinebûnê ye. Ev tecrîta ku li ser Rêber Apo tê meşandin ji bo her Kurdekî û taybet ciwanên Kurd sedema heya dawî xwe feda kirin û şer kirinê ye. Em wek ciwanên Apoger li dijî vê tecrîtê xeta gerîllabûnê ji xwe re esas girtinê wek pîvanê rûmetê dinirxînin û tev li şerê rûmetê dibin. Di heman demê de li dijî êrîşên qirker ên li ser gelê Kurd tên meşandin û rêbazên dermirovî yên li dij gerîla tên meşandin emê di nav refên Gerîla de cihê xwe bigirin û di bingeha pêngavên azadiyê yên “CENGA XABÛR Û BAZÊN ZAGROSÊ” de heya ku dewleta faşist a tirk birûxînin em ê şer bikin. Bi ruhê ciwantiya Apoger yê berxwedêr, têkoşer, çalakvan emê dawî li faşîzma tirk binîn.
Em diyar dikin ku em ê li dora Ruhê berxwedana CENGA XABUR Û BAZÊN ZAGROSÊ ku wek pêngava serkeftinê ya şoreşe hat dest pê kirin û di pêşengtiya Gerila de tê meşandin bibin yek û têkoşîna şoreşger a Kurdistanê bigihînin serkeftinê. Bi vî awayî em bang li hemu ciwanên Kurdistanê dikin ku di bingeha “Werin Cenga Azadiyê”, de tev li refên têkoşîna şoreşger a PKK’ê bibin. Em dibêjin dem dema azadiyê ye, dem dema tolhildan û serkeftinê ye. Hûn jî werin tev li cenga azadiyê û serkeftinê bibin.”