NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina şehîdxistina endamên xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve meşeke meşeleyî li dar xist.
Di 25`ê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrişî malekê li bajarê Kobanê yê herêma Firatê kir, di encamê bombebaranê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tevlî meşa ciwana bûn, di meşê de pankarta bi nivîsa “Êrişên dagirkeriyê nikare vîna ciwanan tune bike” û wêneyên şehîdên bombebaranê hatin hildan.
Meş ji çerxerêya El-Şerq a li bajarê Qamişlo dest pê kir û bi perzkirina sloganên “Şehîd Namirin”, “Tolhildan” û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve dewam kir. Li cem goristanê meş veguherî mîtingê.
Di mîtingê de endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mistefa Mihemed axivî û got: “Dewleta Tirk a faşîst bi bombebarana li dijî Kobanê dixwaze vîna gelan bişkîne, ji ber hebûna berxwedana ciwanan dê dewleta Tirk nikaribe derbasî Rojava bibe. Dewleta Tirk nikare tekoşîna ciwanên Kurdistanê bi giştî rawestîne.”
Mistefa Mihemed bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Werin cenga azadiyê, dem dema tolhildanê ye.”
Meş bi slogana “Şehîd Namirin” bi dawî bû.