RANYA – Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer êrişa dewleta Tirk li dijî Kobanê pêk anî û di encamê de 5 ciwan şehîd bûyîn hate şermezarkirin.
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku piştî Tevgera Ciwanên Şoreşger ji aliyê xiyanetkaran ve hedef hate girtin dewleta Tirk êriş pêk anî û wiha tê gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi dehan sale, li dijî her çar parçeyên Kurdistanê êrişan pêk tîne. Bi hedefgirtina welatparêz û şoreşgeran re dixwaze îradeya gelê Kurd lawaz bike. Hedefgirtina Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Şoreşger û şehîdbûna 5 ciwan diselmîne ku li dijî dijmin ciwan kelemek mezin in.
Li deriyê Sêmalka ciwan rastî êrişa hêzên zêrevanî û çekdarên Roj hatin. Ji ber êrişê hinek ciwan birîdar bûn. Piştî ku ciwan ji aliyê xewfiroşan ve hefet hate girtin, dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Kanûnê de li Kobanê êrişî ciwanan kir û di êrişê de 5 ciwan şehîd bûn. Em bi tundî êrişê şermezar dikin. Wê bi van êrişan nekarin îradeya ciwanan lewaz bike û wê bersiva êrişan bi berxwedanê were dayîn.”