NAVENDA NÛÇEYAN –
Sala 2021 her çiqasî sala êrişên giran a li ser tevgera azadî ku gelan temsîl dike be jî lê rûxmî wê jî sala berxwedanê bû, ne tenê berxwedan di heman demê de sala zaferê bû jî. Serkeftina li Garê bigire heya berxwedana gerîlla yên serdemê ku li hemberî teknîka serdemê bi ser ketine hemî di sala 2021 anî de bû.
Bloka faşîst li dûnyayê xwest ku temenê xwe di sala 2021 an de dirêj bike jî ji bo wê hemû derfetên xwe seferber kirin, teknîka ku heya niha bikar neanîne ew jî di vê salê de bi kar anîn. Edî taktîkên xwe guhertin, bi hêza ku bi binketiye êdî dewleta faşîst a tirk fêm kir ku nikare biçe encamê û temenê xwe dirêj bike, ji bo wê xwe spart êrişên lokan û teng. Li ser Rojavayê Kurdistanê di vê salê de bi dijwar teknîka balafirên bê mirov bi kar anî, bi hêza teknîka bilind û bi karanîna îstixbarata di cih de xwest encam bigire lê wekî dihat xwestin negihîşt encamê.
Lewma êrişên xwe yên pîskolojîk û şerê tayybet girantir kir, bikaranîna sîxûran bigire heya xirabkirina ciwanan di milê ehlaqî de, belavkirina fihûş û, heşîş ê de, heya şerê birçîbûn û tîbûnê bi kar anî. Bi stratejiya kelehê ji hundir ve fetih kirin bi kovkirina helwestan dewleta faşîst xwest ku nebz û helwesta gelê kurd bipîve ji bo wê nûçe di derbarê rewşa Rêber Apo de parvekirin, di hêman demê de bi dergistina şehîdên berxwedana serdemê heqaret li şehîdan kirin, lê tersî ku dewleta tirk difikirî ku wê reflêks dernekevin, derket holê bi pêşengtiya ciwanan refleksên xurt hatin nişandan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di vê salê de, li beramberî hemû êrişan cihê xwe di berxwedanê de girt û bû perçeyek ji berxwedana gerîlla, bi çalakîyên cûr bi cûr yên redîkal li hemberî xayînan û dagirkeran ji her kesî re da nîşandan ku yên dagirkeriyê û xiyanetê têk bibin wê ciwanên vê welatî bin.
Meha Çile
Bi gîştî di salê de û bi taybet di vê mehê de tevgera ciwanan rastî êrişên şerê taybet bi djwat hat, lê hemberî vê semîner li darxistin.
Her wiha di meha çile da bi xûrtî dewleta dagirker êriş bir ser bajarê înîsa yê, ciwanên herêma firatê û herêmên rizgarkirî (minbic, kobanê, tebqa, reqa) beşdarî berxwedana înîsa yê bûn.
Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger li seran serî bakûr û rojhilatê sûriyê çalakî li darxistin,
Her wiha di nava berxwedana hêzên leşkerî li înîsayê de ciwanên herêma kobanê çalakiyên werzîşî li dar xistin .
Li hemberî tecrîda li ser rêber apo ciwanên şoreşger di vê mehê de çalakî li hemberî neteweya yekbû li darxistin .
Her wiha li Dirbesiyê, meşa meşeleyan li darxistin û bang li azadiya rêber apo ya fîzîkî kirin,
Di meha çile da ji bo piştgiriya berxwedana zîndanan li hesekê, di 13 çile de ciwanên pyd ê bi çalakiyan xwedî li berxwedana zindanan derketin .
Her wiha li qamişlo jî ji bo berxwedana zîndanan 5 rojan çalakiya kon hate destpêkirin,
Meha Sibatê
Her çiqasî meha komployê be jî di hêman demê de meha berxwedanê û zaferê ye, di meha şibatê de li herêma Şehba, Kobanê ciwanan meşên dirêj li darxistin û konên çalakiyan danîn, her wiha ji bo komploya ser rêber apo li her sê kantonan, efrîn, kobanê, cizîr û herêmên rizgarkirî ciwanên şoreşger çalakî kirin,
Dewleta dagirker di meha şibatê de xwest ku komploya li ser Rêber Apo bi êrişên xwe li ser garê temam bike, li hemberî vê komployê tevgera ciwanên şoreşger bangawaziya xwepêşindan û seferberiyê kir, li hemû herêmên bakur û rojhilatê sûriyê ciwanên şoreşger li hemberî komploya li ser garê daketin kolanan, her wiha seferberî ragihandin li kobanê, qamişlo, hesekê, û şehbayê ciwan tevlî seferberiyê bû, piştî seferberiya ku ciwanên şoreşger ragihandiye ciwanên enternasyonalîst jî tevlî serferberiyê bûn.
Komploya li ser Rêber Apo bi çalakiyên girseyî di pêşengtiya Ciwanên Şoreşger da li hemû herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat şermezarkirin .
Her wiha li herêma rizgarkirî li Hecînê navenda ciwanên şoreşger hat vekirin .
Piştî çend rojan ji berxwedana garê dewleta tirk a dagirker li hemberî 15 gerîllayan bi binkeft û li garê paşda kişiye, ev yek hîşt ku binkeftina dewleta faşîst û berxwedana gerîlla li garê bikeve rojeva dûnyayê, li ser bangawziya kckê tevgera ciwanên şoreşger li hemû herêmên bakûr û rojhilatê sûriyê bi şahî zafera garê pîroz kirin
Meha Adarê
meha ku gelê arî ji bi zilama dehekên zalim rizgarbû ye ye, her wiha meha nû ya destpêka bûharê ye, di vê mehê de ciwanan bi çalakî û daxweyanî serhildana 12 adarê ku encama nijadperestiya rêjîma bess bû bi bîranîn .
Di 15 adarê de ciwanan bi merasîmek mezin, wargeha ciwanan vekirin .
Piştî zafera garê dewleta tirk li ser ragihandinê rewşa rêber apo xist nîqaşê de, bi gotina “Rêber apo xeta me ya sor” li seranserî bakûr û rojhilatê sûriyê bi daxweyanî meş û konên çalakiyan bang kirin ku rewşa rêber apo were zelal kirin .
Her wiha ji bo salvegera dagirkina Efrînê ciwanan li her sê kantonan û herêmên rizgarkirî çalakî kirin .
Bi navê (pirsgirêkên ciwanan û riya çareseriyê) li bajarê qamişlo panêlek hat li dar xistin .
Her wiha di 24 adarê de ciwanên şoreşger li zanîngeha kobanê mûnezereya Modernîteya demokaratî /Modernîteya kapîtalîst li dar xist.
Di hêman demê de li herêma şehba di nav rewşên zehmetiyên dairkeriyê de ciwanan tornûveya ş.egîd çîlo li darxistin .
Bi boneya salvergera şihadeta mehsum korkmaz ciwanên efrînê meşek meşele li dar xistin.
Meha Nîsan û Gûlan
Di meha nîsanê beriya her tiştî meha rojbûna rêberê gela ye, bi vê boneyê ciwanên herêma cizîrê şahî li dar xistin,
Dewleta dagirker piştî ku di garê de têk çû xwest vê carê di meha rojbûna rêber apo de komplo pêş bixe, di dîroka 23 ê nîsanê de tevgerên dagirkeriyê li avaşîn, zap, metîna bi pêş ket, li beramberî wê gerîllayên azadiya kurdistan pêngava bazên zagrosê ragihand, di vê çarçoveyê de bi slogana ( bi ciwanên bûne baz ber bi serkeftina zagrosan ve ) tevgera ciwanên şoreşger meşek dirêj bi armanca silavkirina berxwedana gerîlla li dar xist, her wiha di meha gûlanê de hemleyên tevlêbûna pêngava bazên zagrosê li hemû herêmên bakûr û rojhilatê sûriyê çêbû, û 100 endamên ciwanên şoreşger tevlî seferberiyê bûn .
Meha Hezîranê
Di 2 hizêranêde meclîsa ciwanan ya MSD bi navê kirîza sûriyê û bandora wê li ser ciwanan panelek nîqaşan li dar xist.
Li hemberî provekasyonên ku destê mîta tirk tê de bû ku li minbicê qewimiye ciwanên minbicê helwesta xwe nîşan dan .
Li hemberî êrişên dagirkeriyê li ser bakûr û rojhilatê sûriyê xwendekarên kobanê bi daxweyaniyekê” însiyatîfa pêşeroj diaxive ragihandin”.
Ciwanên tebqa yê ji bo silavgirina berxwedana gerîlla pêşingehek bi navê ( tevlî cenga azadiyê bibe) vekir.
Her wiha bi slogana “werin cenga azadiyê ” yekemîn festîvala werzîşê li bajarê kobanê hat li dar xistin.
di meha hizêranê de perlementera HDP ê Deniz poyraz hat şehîd xistin, li hemberî wê cinên ciwan daxweyanî dan.
Di 20 hizêranê de li herêma cizîrê kampa perwerdê ya ciwanan hat vekirin .
Di 27 ê hizêranê de li bajarê dêrezorê (Hecînê) bi slogana “werin em bicivin da ku em bi pêşbikevin hat li dar xistin.
Wekî tê zanî di 30 hezêranê de salvegera şihadeta ş.zîlane, bi vê boneyê jinên ciwan li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê semîner dan.
Her wiha li minbic jî festîval li darxistin .
Tîrmeh
Meha tîrmehê meha berxwedanê ye di vê mehê de bi slpogana “bi ciwantiyê emê şerê gelê şoreşhgerî bi rêxistin bikin û şoreşa çandî misoger bikin ” tevgera ciwanên şoreşger kongreya xwe li darxistin û meclîsa ciwanên şoreşger ava kirin.
Di vê mehê de cara yekemîn li herêma cizîrê lîstoka kîkboksîng ji bo jinan tê pêşkêş kirin.
Her wiha bi slogana ” ji berxwedana serdemê ber bi tekoşîna bazên zagrosan ” xwendekarên kantona efînê festîvala xwe lii darxistin.
Li bajarê dêrezorê ji bo tekoşîna li hemberî hişbirê meclîsa ciwanan panêlek li darxist.
Di 17 tîrmehê de li hemberî vekirina goristanan li efrînê tevgera ciwanên şoreşger bi daketina qadan helwesta xwe dan nîşandan.
Her wiha ciwanên msd konferansa xwe ya dûyemîn li dar xistin.
Her wiha ji bo salvegera şoreşa rojava û piştgiriya berxwedana gerîlla ciwanên kobanê pêşingeha wêneyên şehîdan li darxistin.
Tebax
Di dîroka kurdistanê de meha tebaxê me pêngava yekemîn a şikandina dîwarê zilmê ye, lê di vê mehê de jî dagirkeran her tim xwestin ku kurd bindest jiyan bikin, di vê mehê de êriş li ser şengalê çêbû û fermana 72an pêk hat, ciwanan li hemberî vê rojê şermezar kirin. Her wiha ev meh jî bajarê minbicê ji dayîş rizgar bû, li seranserî bakûr û rojhilatê sûriyê, ciwanan 15 tebaxê bi awayekî redîkal pîroz kirin.
Di 21 tebaxê de li hecînê pêşingeha wêneyên rêbertî vebû.
Li hemberî şerê taybet û dewleta tirk û pdkê li ser ciwanan dimeşîne ciwanên kobanê panel li darxistin.
Îlon û Cotmeh
Ciwanan ji bo berdana nûnerên rêverberiya xweser ku li başûr hatibûn girtin çalakî pêkanîn.
Di meha cotmehê de komploya li ser rêbertî û û xiyaneta pdkê li her derê hat şermezar kirin.
Her wiha her sê şehîdên ciwanan ş.bawer, Ş. Canfeda, Ş. Reşîd hatin bi bîranîn.
Di 4 îlonê de de li Kobanê meşa 2 rojan hat lidarxistin.
Her wiha meclîsa ciwanan a MSD li ser girîngiya parastina cewherî semîner
Her wiha konferansa xwendekaran û civîna salane a ciwanên Hesekê hat li darxistin.
Mijdar
Meha mijdarê meha damezrandina partiya karkerên kurdistanê ye, bi boneya salvegera 44 emîn damezrandina PKK’ê ciwanan li seranserî bakûr û rojhilatê sûriyê şahî li darxistin, her wiha di meha mijdarê de dewleta dagirker bi balafirên bê mirov li Kobanê da.
Di meha mijdar da ji bo salvegera Ş.Bawer agir mehrecana werzîşê li Kobanê hat li darxistin.
Her wiha li holê pêşbirka bazdanê hat lidarxistin.
Di 28 ê mijdar da li hemberî siyaseta koçberkirina ciwanan û valakirina herêmên bakûr û rojhilatê sûriyê ciwanan li kantona kobanê pêngava na ji koçberiyê ra ragihandin.
Her wiha konferansa xwendekaran jî li dar xistin .
Kanûn
Di meha kanûnê de Ragihandina ciwanan civîna xwe ya salane li darxist û meclîsa xwe derxist.
Di 13 kanûnê de ji bo piştgiriya dayikên şehîdan û bi destxistina cenazeyên gerîlayên ku li ser destê pdkê şehîd bû ne ciwanên şoreşger meşa 3 rojan li darxistin.