NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîlayên YJA-Star li Zagros, li quntara Çiyayê Cîlo, li lûtkeyên Cûdî, li lûtkeyên çiyayên Dêrsimê, li bejahiya Tendûrekê, li Botan, Amed, Metîna, Heftanîn, Xakurkê çalakiyên gerîlayên YJA-Starê berdewam dikin. YJA-Star bi çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Gever, Garzan û Mêrdînê dîrokê binivîsînin.
Gerîlayên YJA-Starê di tevahiya sala 2021’an de bi 116 çalakiyan ve 139 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. YJA Star bi çalakiyên xwe careke din îdiaya xwe ya ku bibe hêviya hemû jinên cîhanê û derxistina rastiya berxwedanê derxist holê. Dîsa di çalakiya xwe de 17 çeper rûxandin û 139 leşker jî ceza kirin.
Her çend dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet hewl da têkçûna xwe ya li hemberî gerîlayên YJA-Star veşêre jî, bîlançoya sala 2021’an careke din têkçûna dewleta Tirk a dagirker derxist holê.
Agahiyên bîlançoya YJA-Star a sala 2021’an wiha ne:
* Îsal 114 hevalên jin şehîd bûn.
* 5 gerîlayên jin dîl hatin girtin.
* Hêzên me yên YJA Starê 116 çalakî li dar xistin.
* 25 çalakiyên sabotajê,
* 22 çalakiyên sekvaniyê,
* 24 çalakiyên bi çekên giran,
* 13 çalakiyên bi çekên taybet,
* 2 çalakiyên avêtina ser dijmin
* Çalakiyeke êrişê
* Çalakiyeke kemîndanînê
* Yên din jî çalakiyên bi termal, çekên nîv otomatîk û ferdî hatin kirin.
Di encama van çalakiyan de ev ziyan li dijmin hate kirin;
* 136 leşkerên dijmin hatin kuştin.
* Kontrayek û 2 cerdevan hatin cezakirin.
* 38 leşker birîndar bûn.
* 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin îmhakirin.
* Wesayiteke bi tîpa Amorog, wesayiteke bi tîpa Transît, wesayitek bi tîpa Reo, Qemyonek hatin îmhakirin.
* Derb li 5 helîkopterên êrişê hate xistin.
* Çekek A4, 17 çeper, stasyoneke bazê, mobesseyek, droneyek, kepçeyek hatin îmhakirin.