ŞEHBA – Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Kurd cenazeya endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Mihemed (Nûjiyan Ocalan) a 25’ê Kanûnê tevî 4 hevalên xwe di bomebebarana dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Avîn ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ve çûn.
Li goristanê, merasîmeke hate lidarxistin. Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Menal Şêxo sersaxî ji malbata Nûjiyan û tevahiya gelê herêma Efrînê re xwest.
Menal Şêxo ev li gotina xwe zêde kir: “Dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan hewldana lawazkirina vîn û berxwedana me dike, her wiha tecrîdê li ser rêber Ocalan ferz dike û rojane li dijî şêniyên Efrînê û xwezaya wê sûcan pêk tîne. Bi balafirên bêmirov malên welatiyan bombebaran dike.”
Menal Şêxo bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em bang li rêxistinên mirovî û hiquqnas dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabin, hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin û wê ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî derxe.”
Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Avdar Elo nasnameya şehîd Nûjiyan xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.