RIHA – Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bibû, ji 9’ê Adarê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobedê digirin. Çalakî îro di roja 297’an de ye. Malbata Şenyaşar careke din hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kirin.
Ferît Şenyaşar got, “Li nexweşxaneya dewletê, parlamenterekî û xizmên wî komkujî kirin û ev komkujî jî li pêş çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê hate kirin. Di nava AKP’ê de her kes bi vê bûyerê zane. Li Meclîsê 302 parlamenterên AKP’ê hene, heta niha tenê Parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba axivî û got ku em mafdar in. Em li bendê ne ku parlamenterên din jî bi heman rengî bi berpirsyarî tevbigerin. Bila her kes refê xwe diyar bike. Yên bêdeng dimînin hevparê vê komkujiyê ne.”
‘HETA BIDESTXISTINA EDALETÊ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’
Şenyaşar bi bîr xist ku ji bo berdana Fadil Şenyaşar û dosya dozê ya nexweşxaneyê bê vekirin ew çalakiyê dikin û got, “Li nexweşxaneyê komkujiyeke organîzeyî hate kirin û em dixwazin ku 23 kesên dozgerê beriya niha ew tespît kirin bi rengê herî giran bêne cezakirin. Heta ku edalet bi cih bê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Li ser hesabê medya dîjîtal ê malbata Şenyaşar ev peyam hate dayin, “Ev doz ne tenê doza me ye. Birîna edaletê ya welatekî ye ku xwîn jê tê. Kujer çima bi hêsanî digerin, ji ber ku yê ku Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kir, hîn jî di nava AKP’ê de parlamenter e.”