TEBQA – Ciwanên Tebqayê ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Kobanê meşeke bi meşaleyan li dar xistin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser ciwanan li bajarê Kobanê, danê êvarê li bajarê Tebqayê meşeke meşaleyî li dar xistin û bi dehan şêniyên bajêr tevlî bûn.
Di 25’ê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov malek li bajarê Kobanî yê herêma Firatê bombebaran kir û di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan Şehîd bûn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan danê êvarê li bajarê Tebqayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser endamên Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan ên li bajarê Kobanê, mîtîngek meşaleyî li dar xist.
Bi dehan şêniyên bajarê Tebqayê tevlî meşa ciwanan bûn. Beşdarên meşê pankarta bi nivîsa “Êrîşên dagirkeriyê nikarin vîna ciwanan ji holê rakin” hildan û pankarta “Ciwanên şoreşger nûnertiya gel û şoreşê dike” vekirin.
Meş ji ber parka Şehîd Hevrîn Xelef a taxa sêyemîn a bajarê Tebqayê dest pê kir û di nava qîrîna dirûşmên silavkirina şehîdan û şermezarkirina xiyaneta PDK’ê û xiyaneta Barzanî hatin berz kirin. Meş bi gihiştina taxa yekemîn veguherî mitîngeke girseyî. Ji bo bîranîna ruhê şehîdan deqeyek rêz hat girtin û piştre endama jina ciwan “Şethe El Şebîb” daxuyaniyek da .
Şethe El Şebîb bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, “Werin Cenga azadiyê, dema tolhildanê hatiye.”
Civîn bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina şehîdan û Bijî Serok Apo ve bi dawî bû.