KOBANÊ – Di 25’ê Kanûnê de balafirek bêmirov a dewleta Tirk dagirker li Kobanê malak bombebaran kir û di êrişê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn.
Piştî vê êrişa dewleta Faşîst rojane Ciwanên Rojava li her derê bi faaliyetên cuda protestoya pêk tîne. Şahadeta 5 ciwanan di nava hemû gelê Rojava de hêrsa li hember dewleta faşîst a Tirk mezintir kir.
Herî dawî îro di pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk de li Peymangeha Kobanê ji bo şehîdên Kobanê bernameyeke bîranîne hate pêkanîn.
Di bernamê de wêneyên şehîdan hatin xêz kirin, stran hatin gotin û soza girêdanbûna şehîdan hate dayin.
Bernameya ku ji aliyê şêniyên heremê ve jî rastê eleqeyeke mezin hat de tim û tim duruşmeyên Şehîd namirin û Bijî Serok Apo hatin avêtin.