NAVENDA NÛÇEYAN –
Sala 2021 an di hemû milan de tijî berxwedan û qehremantî bû. Li ser Tevgera Azadiyê erîşên pir hov û dijwar hebûn, lê li kêleka vê jî serkeftinên pir mezin hatin pirozkirin. Ruxmê ku Tevgera Ciwanan jî bi xwe her di bin erîşande bû, bi çalaki û hamleyên xwe nesekinîn. Ji bo vala derxistina van erîşan û bûyîna bersiv di van pêvajoyên zahmet de Tevgera Ciwanan bi çalakiyên xwe her dinav hewldanekî de bû. Panorama ku me amadekirî van çalakiyan nîşandide. Ev Panorama çalakiyên me yên herî giring ya sala 2021 nîşandide. Sala 2021 bi serkeftina Garê destpêkir, gelek pîrozbahî û herwiha jî tevlîbûna Ciwanên Mexmur di greva birçîbûnê ku heta dawiya havinê kişand, çêbûn. Di vê havînê de jî di çarçoveya Hamleya ‘’Werin Cenga Azadiyê‘’ de çalakiyên mezin pêk hatin.
Meha Sibatê
15 ê Sibatê
Roja Reş li Mexmur bi meşekî girseyî ya ciwanan û xwendevanên YXA yê hat şermazar kirin. Dema meş gihîşt Parqa 4 ê Nisanê, ciwan bi dengek bilind slogan avêtin û meşaleyên xwe kiribûn yek û agirek mezin çêkirin. Bi vê agirê mezin re di 15ê Sibatê de li Mexmur çalakî pêkhat.
Serkeftina Berxwedana Garê;
Di meha Sibate de dîsa mijarek kefxweşiye ku mohra xwe li sala 2021an daye, Serkeftina Berxwedana Garê bû. Ev serkeftin ji bo destpêkirina sala 2021 û şerê gerîla bûyerekî pir giring bû. Gel bi gîştî hêvî, moral û hêzekî mezin ji vê serkeftinê girtiye. Li ser vê esasê Tevgera Ciwanên Mexmur di saziya xwe de şahiyek çêkirin û sînevîziyonek di derbarê berxwedana gerîla hate temaşe kirin. Bi vê hestê gelê Kurd ketiye nava sala nû û li Mexmur ev Serkeftin bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Meha Adarê
Meha Adarê, mehekî tijî çalakî û şahî bû. Destpêka mehê, ji 3 heta 8ê meha Adarê pîrozbahiyên 8 ê Adarê pêkhatin. Jinên Ciwanên Mexmur di 6 ê meha Adarê de çûne li ser tepe û li wir bi pêşengtiya ciwanan çalakiyek pêkanîn. Jinên Ciwan li wê derê daxuyanî dan û şahî çêkirin.
Newroz
Meha Adarê bi pîrozbahiyên Newrozê berdewam kir. Hefteyek beriya 21 ê mehê di hemû semtan de Cejna Newrozê bi şahiyan hat pîrozkirin û hemû Parqên me bi agirên azadiyê hatin xemiladin. Agirê Newrozê heta tepeyan belav bû. Li hemû cihên şahiyan gel li derdora agir kom bû û heta derengiya şevê agir hatin gêş kirin û dîlan hatine girtin.
Greva Birçîbûnê
Di dawiya sala 2020 an de li Mexmur greva birçîbunê ji nû ve destpêkir û heta dawiya havînê domand. Ciwan di vê çalakiyê de aktif cîhê xwe girtin û rola xwe bi coş û moral lîstin. Her şev moral û şahî hatin çêkirin û Ciwan sekna xwe ji bo Rêbertî di çalakiyê de diyarkirin.
Meha Hezîranê
Hamleya Werin Cenga Azadiyê
Di meha Heziranê de Cejna 1 ê Hezîranê hatiye pîrozkirin. Di roja Cejna 1 Hezîranê de hamleya Tevgera Ciwanan ya ‘’Werin Cenga Azadiyê’’ hatibû destpêkirin û bi agir re li ser axa Mexmur ‘’Werin Cenga Azadiyê’’ hat nivîsandin û derdora vê nivîsa ji agir dîlan hat girtin û şahiya me bi coşek mezin hat pîrozkirin.
Meha Tebaxê
Di meha Tebaxê de li Wargehê Cejna 15 ê Tebaxê ji aliyê Tevgera Ciwanan ve di Parqa 4 ê Nîsanê hatibû pirozkirin û ji bo pirozbahiyê ciwan programek bi rengekî hunerî amadekirin. Bi stran û dîlan Cejna Vejînê hatibû pîrozkirin. Ji bo vê komekî Jinên Ciwan xwe amadekirin û stran gotin. Parqa me dîsa ji ciwanan bi alên HPG û YJA-Star hatibû xemiladin.
Meha Cotmehê
Di meha Cotmehê de amadekarî ji bo şermezar kirina Komploya Navnetewî hat kirin. Di vê demê de greva birçîbûnê di Wargehê de hatibû bi dawî kirin û amadekarî ji bo çalakiya konvedanê hat kirin. Komploya Navnetewî di şeva 6 ê Cotmehê de bi meşekî meşaleyî bi pêşengtiya Ciwanan û YXA hat şermezarkirin. Meş bi daxuyaniyek bi dawî bû û Tevgera Ciwanan çalakiya xwe ya konvedanê destpêkir. Çalakî heta 9 ê Cotmeh domiya û bi ziyaretên gel û komên zarokan ya musîkê program hat tijî kirin. Roja 9 ê Cotmehê meşekî girseyî bi pêşengtiya YXA pêkhat û li cîhê konê bi daxuyanîyek bi dawî bû.
Meha Mijdar
Meha Mijdarê bi Roja Kobanê ya Cihanê destpêkir û bi pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK ê bi dawî bû. Di 1 ê Mijdarê pîrozbahiyek ji Tevgera Ciwanan hat amadekirin ku bi konvoyek li derdora hemû Wargehê geriya. Di giştî wargehê de bi vê Konvoyê re hewayek cejnê hat avakirin û hemû gelê Wargehê daketin li ser kolanan. Her ku diçû arebe li ser konvoyê zêde bûn. Ev konvoy jî di saha çandê bi dawî bû û li wir pîrozbahî bi daxuyaniyek ji bo raya gişti berdewan kir. Sînevizyonek hat temaşe kirin û piştî wî pîrozbahî bi dîlan û muzîkê bi dawî bû.
Di dawiya mehê de Salvegera Damezrandina PKK ê hat pîrozkirin. Vê carê di 26 ê mehê bi kovoyek hîn mezintir li wargehê hat gerandin û di parqa 4 ê Nîsanê ev konvoy bi dawî bû. Parqa 4 ê Nîsanê bi alên PKK ê hat xemlandin û agira azadiyê hat geşkirin. Li ser tepe jî bi tîpên ji agir PKK Û APO hat nivîsandin. Gelê Mexmur bi coşek mezin di vê pirozbahiyê de cîhê xwe girt û heta derengiya şevê dîlan hatin girtin.
Meha Kanûn
Turnovaya Futbolê ya Şehîd Şîlan Goyî
Di 21 ê meha Mijdarê de Turnova Futbolê ya Şehîd Şîlan Goyî hat destpêkirin. Ev Turnuva xwandevanan diyarê Ş.Şilan Goyi kirin. Li ser navê malabata Şehîd Şîlan Goyî Evîn Bilen axafi. Evîn Bilen sipasaiya xwandevan û keda herkesê ku dinava vê turnuvayê de cîhê xwe girtine kir. Piştî qedandina axaftinên malabata Şehit Şilan Goyî bi duruşemeyên ‘’Bijî Serok Apo, Şehid namirin’’ ve turnuva hat despêkirin. Ev turnuva hem bi maçên futbolê ya Jinên ciwan û yê xortan heta 20 ê meha Kanûnê berdewam kir. Ji bo xwendevan ev turnova bûbû cîhekî heycanê û aktîvîtêyekî ku di wargehê de ji aliyê ciwanan bi cosek mezin hat pêşwazî kirin.
Xebatên Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA)
Di ve pêvajoyê de jî bi giştî di dibistanan de semînerên cur bi cur ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatin dayîn. Bi taybetî ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan potre bi refande hatin temaşekirin. Ji bo şiyarkirina ciwanan li ser bandora teknîkê û sanal medyayê jî sînevîziyonek hat amadekirin ku bi hemû refan re hate temaşekirin.
Komkujiya Kobanê
Heri dawî jî weke bersiv li ser erîşa ku li Kobanê li ser endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger pêkhat, daxuyaniyek hat dayîn û ev erîş hatin şermezarkirin.
Çalakiya Konvedanê li hemberî têlkirina Wargeha Penaberan ya Mexmur
Li hemberî hewldanên Iraqê ya têlkirina wargehê di 27 ê meha Kanûnê de gelê Mexmur daket kolanan û bertekên xwe nîşan dan. Gel biryara çalakiya konvedanê da û di 28 ê mehê bi pêşengtiya Ciwanan nobeta destpêk hat girtin.