AMED – Polîtîkayên şerê taybet a dewleta Tirk a faşîst a li ser ciwanên Kurdistanê dewam dike. Dewleta Tirk ji bo ciwanên Kurdistanê ji xeyalên wan ên têkoşîn û azadiyê dûr bixe, bi tiryak, fuhuş, sîxurî û hwd. Navenda pêkanîna van polîtîkayan bi taybetî wekî Qereqolên Polîs û Leşkerî derdikeve pêş.
DGH li dijî van polîtîkayan li metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî aktîf çalakiyan lidar dixe.
Herî dawî jî DGH’ê li taxa Bağlar a navçeya Amed Ferqînê li dijî tiryakfiroşan çalakiya bombeya deng pêk anî. Derbarê encama çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin, lê çavkaniyên herêmî ragihandin ku tiryakfiroşek birîndar bûye.
Dîsa ji aliyê DGH’ê ve li Taxa Ferqîn Ferîdûn li dijî qereqola dagirkeriyê çalakiyek hate lidarxistin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di encama çalakiya bi teqemeniyan a li dijî noqteya cerdevaniyê ya alaya leşkerî de, leşkerê di kozikê de birîndar bûye.
DGH’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelan û destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo ji bo wan sedema hebûn û tinebûnê ye.
Ji bo vê yekê DGH’ê peyam da ku ew ê bi xurtkirina çalakiyên xwe zêdetir bikin, û bang li ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin.