NAVENDA NÛÇEYAN –
Hêvî Efrîn Nivîsand
Erdnigariya cîhanê ji hemû aliyê xwe ve dewlemend bû û ne dibin serweriya tu zindiyan de bû, hemû zindî bi hebûna xwe di nava hevsengiyegî de jiyan dikirin. Her cûreyê xêr û berketê heyî hemû zindî jê sûd digirt, bê ku ferq û cudahiyan bixin nav bera xwe de. Piştî zêdebûna neslê mirovan û belavbûna wan li tevahî cîhanê hate çêkirin û bi tecrîba xwe ya jiyanê re zanist hate li pêşxistin û bi pêşxisitina zanist re gelek zeryayên jiyanê hate naskirin û jiyan hate xemlandin, roj bi roj mirov ji dewlemediya erdnigariya cîhanê xiste xizmeta xwe û jiyana mirovan pê hate dewlemend kirin.
Em dikarin bêjin ku, bi belavbûna mirovan re û zêdebûna mirovan re nakokiyên pir cidî li pêş ketin û bi demê re di nava mirovan de hesûdî û ne qebûlkirin derket holê. Ev yek bû sedama pêvçuna mezin di nava mirovan de. Her ku zanist li pêş ket domanbûna inasa jî li pêş ketin.
Bi pêş ketina zihniyata desthilatdar re serwarbûna û milkiyet di keseyeta insana de derket holê. Ev yek bû sedama derketina şer di nava mirovên xwedî xibret, ji bo hekîmiyeta xwe li ser civaka heyî bike, şer ji bo xwe esas digirtin û bi pêş ketina zihniyata şerxwaza erdnigeriya heyî hate perçekirin, ji welatan dewlat da avakirin û bi awayekî sitratejîk civak xistin bin hakimiyeta xwe û vîna gelan teslîm girtin, dewlata sînor avakirin û tekiliyên civakî ji hev qutkirin û hêdî hêdî nirxê civakê pûçkirin. Civak mihtacê xwe kirin. Bi avakirina dewlata û sînora mêjiyê civakê jî perçe kirin, mirov ji bo ji dewletekî re derbasî dewletkî bibe bi hezar astengiyan re derbas dibe, însan ji insan bûna xwe derdikeve. Her tişt bi awayekî ku her tim mihtacê dewletê ye didin diyarkirin.
Lê di roja meya îro de gelek astengî têne jiyan kirin û bi perçekirina sînora di navbera Surî û Turkiyê de û di navbera Surî û Îraqê de û di navbera Îraq û Îran de. Di navbera dewlatan de tenê deriyên sînor hate heştin ku dewlat li gorî berjiwendiyên xwe sînoran bi kar bînin. Ji ber wê jî em dibînin ku çawa sînora li hemberî insan bi kar tînin. Wek em dibînin ku ev deh salin ku li Suriyê şerekî dijwar tê meşandin di navbera dewlatan de. Lê ya dibe qurbana van şeran dîsa civake.
Sînora di navbera Îraq û Surî de çar deriyê sînor heye, yek ji wan derya Fîşxabûr e ya dikeve di navbera Dihok û Dêrik da ye, ya dudiyan sînorê El welîd di navbera Zaxo û Turkiyê û Suriyê da ye, û ya sisiyê deriyê Rabî’a di navbera sînora Nînova û Hesekê de ye, û ya çaran di navbera sînora Abû Kamal û Dêra Zorê da ye, ev her çar sînor ku dikeve sînorê Îraq û Surî de,tim bûye kaxeza siyasî ku li hemberî gel tê meşandin. Wek em dizanin ku sînora Rabi’a ev çend salin ku hatiye girtin naye bikaranîn û ya Abû Kamal jî hatiye girtin û sînora Fîşxabûr jî di sala 1991’an de hatiye vekirin û di navbera her du dewlatan tê bikaranîn û di sala 2004’an de bi sedama siyasî ev sînor hat girtin heta sala 2013’an de sînor carkê din hat vekirin, lê ji aliyê partiya PDK ê ve her tim wek belgayekî siyasî li hemberî gelê Rojava tê bikaranîn. Ev sînor tenê ji bo xezmetekî mirovî tê bikaranîn, lê partiya PDK ê ne xezmetî gelê Başûr dike, û ne jî xezmetî netewa kurd dike bi temamî xwe radestî dewlata Tirk kiriye. Heger xezmetî dewlata Turik nake, îro di rûyê birayê xwe ya Rojava sînor ne digirt û ev ne cara yekê ku deriyê Fîşxabûr tê girtin, ev bi dahên caran ku tê girtin, îro partiya PDK ê ne tenê sînora digire îro destê wî di xwîna gelê kurd de heye. Ev nizî sê meh ku li ser sînora Sêmalkan gunê malbetê şehîdan hatiye vedan ev rû reşiya hekumeta herêma Kurdistan dide diyarkrin û ciwan jî bi awayekî demokratîk vê biryarê hekumeta herêmê şermzarkirin ne çek bi destê wan de hebûn, û ne jî tu alatê tont û qilîşek bi dest wan de hebûn, tenê ala ciwanan û belevoka wan ya şermezarkê, kiryarên hekumeta herêmê di dest wan de bûn lê mixabin peşmerge bi çek û keviran çalakiyên ciwanan ya demokratî redkirin. Ev yek rastiya wan da diyarkirin û bi taybet piştî li darxistina civîna Asîtanê ya 17’e di wê civînê de biryar hatekirin ku hemû sînor li ser gelê Bakûr û Rojhilata Surîyê were girtin, û ev biryar ji hukumeta Turikiyê ji partiya PDK ê hate daînî, di dema sînor hate girtin. Ew dibêjin: Ji bo ciwanan me sînor girt, ne rast dibêjin û bi hevkariya kurdên ku xwe bi çend qoroşa xwe firûtine dewlata Turikiye îro xezmetî wan dike, heger rast be bila sînora Beb hewa bigirin, her roj bi hezaran cete û çekên Turik derbasî axa Başûr dibin, û her roj dewlata Turikiyê bi berafira xwe radike gelê Başûr bomba doman dike, û îro bi destê wan ciwanê şoreşger hetef hatin girtin û li Kobanê 9 ciwan bi belafira bê mirov hate bombe kirin 5 şehîd û çar birîndar bûn, her kes naze ku wê ciwan li hemberî van êrêşa bê deng nemînin û bi vîna herî xurt wê têkoşîna xwe bidomînin. Siyaseta ku li vir derdikeve holê dijminê herî xeter ji bo gelê kurd kesên ku bi dijmin re gelê xwe re hevkariyê dike.