MEXMÛR – Çalakiya konvedanê ya ku di 1’ê Çileyê de, li dijî dorpêç û têlkirina wargeha Mexmûrê hatibû vedan di roja duyem de bi biryardariyek xurt didome.
Di 27’ê Kanuna 2021’an de hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê herikî seytereyê û nerazîbûn nîşan dan. Piştî nerazîbûn û hevdîtinan hêzên Iraqê paşde kişan. Lê hîn metirsiya têlkirina wargehê dewam dike.
Di 1’ê Çile de li dijî têlkirinê, li nêzî seytereya wargehê konê çalakiyê hate vedan. Çalakiya konvedanê di roja duyan de didome. Ji aliyê şêniyên Wargehê ve konê çalakiyê tê ziyaretkirin.