NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Hirurê yê herêma Kanî Masî ya Duhokê barand.
Êriş di şeva Yekşemê de hate kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bi 18 topan êriş li gundê Hirurê hatiye kirin û xisara madî li gund bûye.
Li ser encamên êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.