STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tecrîdkirî ye.
Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî bû, lê ev axaftin nîvco hatibû hiştin.