NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya însiyatîfê de hate ragihandin ku 26’ê Kanûnê saet di 21:10’an li dijî Qereqola Polîsan a 75’an ku ‘Taxa Qişla ya Berê’ ya Geverê dagir kiriye, ji 2 baskan ve bi teqemeniyan çalakiyeke serketî kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Piştî çalakiyê polîs û notirvanên Tirk ên li ber qereqolê ketin nava tirs û panîkeke mezin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yekîneyên wan ên çalakî kirine bi rengekî serketî ji qadê çûne û hate gotin, “Ev çalakî ji bo bîranîna 6 hevrêyên me hate lidarxistin ku 25’ê Kanûnê li Kobanê di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûn.”
Însiyatîfê diyar kir ku wê çalakiyên xwe yên li dijî qereqolên dagirkeran dewam bikin.