NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Yurtsever Genç Kadın piştî demeke dirêj dîsa dest bi weşanê dike. Kovara ku ji ber astengî û zextan demeke dirêj nedihat weşandin, weke kovareke înternetê weşanê xwe didomîne. Reklamê derketina kovarê hat dayîn û di reklamê de wiha tê gotin;
Kovara Yurtsever Genç Kadın piştî demeke dirêj dîsa bi we re ye.
Kovara Yurtsever Genç Kadın êdî 2 mehan carekê derbikeve, bi silogana “BI RIHÊ JINÊN CIWAN HESAB BIPIRSE JI KOMPLOGERAN” tê pêşwazîkirin.
Edîtorên kovarê, ji bo we di hejmara yekem a kovarê de;
Perspektîfên Rêber APO, Perspektîfa Jinên Ciwan, Portre, Bi Şehîdan re Diyalog. Ji Pênûsa Gerîla, Jinên Berxwedêr, Şerê Gel ê Şoreşgerî, Beşên Çand û Hunerê amade kirin.
Bi rihê jinên ciwan, ji bo şikandina tarîtiyê; Kovara Yurtsever Genç Kadın bixwînin û bidin xwandin.