HELEB – Di bin duruşmeya “Di pêşengtiya ciwanên Apoyî de emê şerê gelê şoreşgerî bi ser bixin û şoreşa çandî misoger bikin” de Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Helebê civîna xwe ya salane li darxist. Civîna ku li taxa Şêx Meqsûdê pêk hat bi dehan ciwan beşdar bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê perspektîfa Serokatî hat xwendin û sînevizyon hat temaşekirin.
Axaftina vekirinê de Hesen Efrîn axivî û got ku Faşîzma dewleta Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê de dixwaze Kurda tune bike. Li dijî her cur êrişên faşîzmê ew wek Ciwanên Şoreşger amade ne ku berxwe bidin.
dijmim sala 2021an de li zap û avaşîn û metîna di binketin gerîla li ser çiya berxwedan û bi her awayekî ser ketin.
Di civînê de Rapora salekê endama Ciwanên Şoreşger Hemrîn Ebdo xwend.
Her wiha di civînê de nîqaşên cur bi cur hat kirin û planlamaya salane jî hat çêkirin.
Civîn bi moralekê mezin û bi duruşmên “Bijî Serok Apo” ve hat bi dawîkirin.