NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker îro piştî nîvro êrişek bir ser Kobanê û piştre top avêt gundên di navbera Kobanê û irê Spî.
Di êrişa li ser navenda Kobanê de 2 kes birîndar bîn.
Dewleta Tirk a dagirker gelek top avêt gundên Qeremox, Xanê, Til Hacîb, Serzorî û Gultepe yên di navbera Kobanê û Girê Spî.
Di van êrişan de Îbrahîm Şerîf ê ji gundê Xanê şehîd bû û herî kêm 11 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda Kobanê.
Hate ragihandin zarokekî 4 salî jî birîndar bûye û êrişa li ser herêmê didome.